Şewata li Mehsertê nayê kontrolkirin

Şewata ku li herêma Mehsert a Mêrdînê li qada daristanê derketibû, dewam dike. Ji ber bayê şewata ku derketî bi saetane nayê kontrolkirin.

Di saetên şevê de li devera daristan a gundê Mercê ya herêma Mehsertê ya Mêrdînê şewat derket.

Tîmên agirvemirîn û gundî mudaxeleyî şewatê dikin, lê ji ber bayê her diçe şewat belav dibe û gihişte sînorê gundê Kurîkê. Ji bo vemirîna şewata ku gihişte rezên gundiyan xebat dewam dike.

Heta niha nêzî qadek hezar donim erd şewat belav bûye, ji ber hêza bayê şewat bi lez belav dibe û ji bo vemirîna şewatê jî gundiyên li derdorî bi tîmên agirvemirînê re kar dikin.