Şewata li çiyayê Cûdî derketî didome

Ji ber şewata li bejahiya çiyayê Cûdî yê Şirnexê derketî, bi sedan dar şewitîn bûn xwelî, ziyanek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Li bejahiya herêma Gundikê Melê yê girêdayî navenda Herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê şewat derket. Ji ber şewata ku li gelek aliyan ve tê dîtin bi sedan dar şewitîn û bûn xwelî. Şewata ku ziyanek mezin gihande zindî û giyanewerên li derê kir kû agir bi bax û baxçeyên welatiyên sivîl jî bikeve û ziyanek mezin ber bikeve.

Şewata ku hê jî li herêmê dom dike, heta niha ti saziyê ji bo vemirandinê neketiye nava hewldanan. Li hinek deveran welatî hewl didin bi xwe agir vemirînin.

Heta niha nehatiye zanîn bê ka agir çewa pêketiye, hinek çavkaniyên herêmî ragihandin ku şewat ji ber topbaran qereqolên li herêmê derketiye.

Ji ber toparana berî çend rojan a li herêma Çiyayê Gabar a dikeve navbera navçeya Cizîr û navenda Şirnexê de jî şewat derketibû û gelek dar şewitîbûn.