Şewata ku artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Tiyarê derxistî didome
Hate hînbûn ku şewata berî 3 rojan di encama gulebarandina leşkerên Tirk a li gundikê Guzereş a li herêma Geliyê Tiyarê, destpêkirî, dewam dike.
Hate hînbûn ku şewata berî 3 rojan di encama gulebarandina leşkerên Tirk a li gundikê Guzereş a li herêma Geliyê Tiyarê, destpêkirî, dewam dike.
Li zozanên gundê Guzereşê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê şewat derket.
Li gorî agahiya ku bi dest ketî, 3’ê roj beriya niha di encama gulebarana baregehek leşkerî ya nêzî zozanên herêmê agir bi daristanê ketiye û ew şewat hîna jî didome. Çûyîna gundiyan a ji bo vemirandina şewatê ji aliyê leşkeran ve hatiye asteng kirin.
Li gorî hinek çavkaniya şewat dem bi dem didome, di encama her gulereşandina leşkeran de şewat derdikeve.