Şevîn Alaca: Ji şaredariya gelparêz a li Qersê aciz in

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca destgîrkirina Hevşaredar Ayhan Bîlgen û rêveberên partiyê got, "Karên şaredariya civakî û gelparêz ew aciz kir."

Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji Enqereyê tê birêvebirin, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di nav de bi dehan kes serê sibehê hatin destgîrkirin.

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca diyar kir ku bi destgîrkirinê êrişî şaredariya gelparêz dikin.

Alaca got, "Yek ji pirsgirêkên sereke yên bajêr pirsgirêka rê bû. Me hewldanên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê dewam dikir. Rojên dawî karên me yên ji bo çêkirina rê zêde bûbûn. Karê şaredariya civakî û gelparêz hinek aciz kir."

Alaca destnîşan kir ku ew li ser karê xwe ne û got, "Ez û alîkarên me yên hevşaredaran li ser karê xwe ne. Ji wan tê ku bi bahaneya lêpirsîna beriya 6 salan dest deynin ser îradeya gel. Lê belê em ê xizmetên xwe yên ji bo gel bidomînin."