Şerzan 15 mehan li tunelên şer li ber xwe da

Li tunelên şer ên Şehîd Dogan me ji bo kêliyekê jî dudilî, bêmoralî û gumana li ser serketinê nedît. Şerzan 15 mehan li vir li ber xwe da, bi bombeya taktîk nukleerê ya ku dijmin bi kar anî, şehîd bû.

Artêşa Tirk di 17'ê Nîsana 2022'an de dema li ser Zapê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, em li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bûn. Gava ku dagirkeran hêzên xwe danî ser gelek girên li Zapê, li tunelên şer ên Sîdayê jî liv û tevgerekê destpê kiribû. Beriya ku êrîş destpê bike li van çeperan hemûyan karekî berfireh ê amadekirina tunelan dwam dikir. Tevî ku derfet gelekî kêm bûn, bi malzemeyên li ber dest karê tunelan dihate kirin. Yek ji van çeperan jî Tunelên Şer ên Şehîd Dogan bû.

HÎN BERIYA KU DIJMIN XWE BIGIHÎNE ÇEPERAN

Li girên Karker, Şehîd Rêber ên li rêzeçiyayên Şikefta Birîndara û li qada navîn a Zapê ku weke Sacayê tê naskirin, ji ber ku rê ji artêşa Tirk re nehate dayin, demeke dirêj nekarî berê xwe bide qada Sîdayê. Gerîlayên li çeperên şer ên li Şehîd Dogan ev firsend gelekî baş bi kar anîn. Di nava mehek, du mehan de şikeft veguherandin tunelên şer.

Artêşa Tirk ji ber ku ji bejahî ve nekarî xwe bigihîne vê qadê, karê çêkirina tunelan dewam dikir. Lê belê bi balafirên şer û obusan bombardûmaneke giran lê dihate kirin. Van êrîşan biryardariya li tunelên şer ên li Şehîd Dogan zêdetir dikir. Dema ku em li van çeperên şer ên Şehîd Dogan bûn, me dudilî, bêmoralî yan jî gumaneke biçûk a ji serketinê li nava hevalan nedît. Lewma hîn beriya dijmin xwe bigihîne çeperan, ew di şer de bi ser ketibûn.

Wê demê li ber devê giştî yê tunelê ku bi rêk û pêk ji aliyê balafirên şer ve her sibehê dihate bombekirin, em li Şerzan Mawa rast hatin. Careke din bi kazanek ji 2 tonan bombe li derî hatibû barandin, ji ber axê derî hatibû girtin. Careke din hewl didan ku derî vekin. Roja din danê nîvro min Şerzan li heman derê dît. Roja sêyemîn piştî ku balafiran careke din lê dan, Şerzan li heman cihî bû. Hewl dida derî veke. Hingî balafiran karîbûn careke din bombe bibaranda û gerîla şehîd biketa. Gerîla bi dil û can karê tunelê dimeşandin. Dema ku Şerzan hewl dida derî veke, min jê re got 'Heval ji xwe her roj lê didin, em jî her roj hewl didin derî vekin. Eger ev derî girtî bimîne ma wê çi bibe' wî jî got, 'Li ser jiyan û şerê me yê li vê derê dijmin nikare biryarê bide. Eger em vî derî her carê venekin hingî em ê 'kiryarên dijmin qebûl bikin'. Lewma her roj lê bidin jî em ê vekin'.

SÎDA ÊDÎ ÇEPEREKE GELEKÎ STRATEJÎK BÛ

Piştî ku rojên destpêkê yên êrîşê em li wir bûn, em ber bi herêma şer a li Zapê bi rê ketin. Hevalê Şerzan û hevalên din ên li çepera Şehîd Dogan hîn jî li wir amadekarî dewam dikirin. Hevalê Şerzan û hevalên din her roj digotin, 'Em ê vê Sîdayê ku kes naecibîne, bikin keleha berxwedanê' û dikeniyan. Sîda salên berê bi giranî eniya paş bû, lewma kesî ji bo mayinê zêde pêşniyar nedikir. Exlaqa şer a gerîla ye ku her tim dixwazin li eniya pêş bin.

Îsal şer gihîştibû Sîdayê û Sîda vê carê veguherîbû çepereke gelekî stratejîk. Vê carê jî her kesî pêşniyar dikir ku li Sîdayê bimîne.

Beriya ku em ber bi Zapê ve bi rê bikevin me Şerzan dît ku li tunelê ax diavêt. Li ser piyan me sohbet kir û me jê re gotibû, 'Heval dibe ku li vê derê berxwedaneke gelekî cidî rû bide, lê belê eger dijmin xwe bigihîne vê derê wê êrîşeke giran bike. Bila bala we li ser teqînan be, li korîdoran zêde nemînin'. Hevalê Şerzan jî mîna ku bûyerên piştî çend mehan biqewimin zanibe got, 'Li Werxelê jî, li Mamreşo jî, li Şehîd Şahîn jî teqîn bûn, lê belê di encamê de em bi ser ketin. Em bi biryar in, bombeya atomê jî bi kar bînin em ê dest ji vê çeperê bernedin."

15 MEHAN LI TUNELÊ LI BER XWE DA

Em ji tekmîlên ji qadên gerîla hatin dayin hîn bûn ku Şerzan Mawa di 4'ê Tîrmeha 2022'an de li çeperên şer ên Sîdayê bi bombeyên taktîk nukleer hatiye qetilkirin. Hevalê Şerzan 15 mehan bêyî ku ronahiya tavê bibîne, li dijî çekên kîmyewî, tank, obus, balafir, kepçe û bangên teslîmiyetê yên artêşa Tirk li ber xwe da. Kengî bixwasta dikarîbûn biçûna. Lê belê fedaiyên Apoyî bi berpirsyariyên xwe baş zanin. Ev yek sekna wan a bi rûmet e ku rê nadin dijmin. Wan ji ber ku tercîha xwe li ser berxwedan û azadiyê kirin, ji ber ku xwe ji parastina rûmeta gelê Kurdistanê berpirsyar hîs kirin, dest ji çeperên xwe bernedan.

Berxwedana li Sîdayê hîn jî dewam dike û eger artêşa Tirk van sûcên xwe yên şer dewam bike dibe ku li wê çeperê hîn jî gerîla şehîd bikevin. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li gel van ewladên xwe yên herî hêja be ku ji bo paşeroja gelê xwe û parastina xaka xwe canê xwe feda dikin.