Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Şervanê YPG’ê Ferhat Goyî li Mexmûrê hate bîranîn

Şervanê YPG’ê Ferhat Bîlan bi nasnav Ferhat Goyî ku di Berxwedana Serdemê de li Racoyê şehîd bibû, li Mexmûrê bi merasîmeke heybet hate bîranîn.

Bi tevlîbûna sedan xwedekar û gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê şervanê YPG’ê Ferhat Goyî ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, li Sazaiya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi merasîmeke heybet hate bîranîn.

Merasîm bi amadebûna gel û xwendekaran bi deqeyek rêzgirtin despê kirin. Di merasimê de Rêveberiya Meclîsa Îştar Pervîn Cudî, Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargehê Huseyîn Kara û li ser navê malbatê Dayika Şehîd Ferhad Goyî Fatma Bîlen axivî.

Di marasîmê de peyama YPG’ê ya ji bo mabata şehîd hate xwedin û di peyamê de soza heta serkeftinê ji bo malbata şehîd û hemû şehîdan hate dayîn.

Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Pervîn Cudî jî sersaxî ji malbata Bîlen re xwest û got: “Erîş ne tenê li ser Efrînê ye li ser tevahî mirovahiyê ye. Ji ber wê jî ciwanên wek Ferhad Goyî li hember êrîşa dagirker bêdeng nema û berê xwe da warê Berxwedanê.”

Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargehê Huseyîn Kara jî sersaxî ji malbata Bîlen re xwest û diyar kir ku ew ê xwedî şehîdan derkevin û serkeftin jî wê ya Efrînê be.

Li ser navê malbata şehîd Dayîka Şehîd Ferhad Goyî Fatma Bîlen jî axivî û destnîşan kir ku ji bo Berxwedana Serdemê kurê xwe oxirkiriye û wiha got: “Min bi destê xwe kurê xwe ji bo Berxwedana Serdemê oxir kir. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Di serî de serê Rêber Apo, hemû hevalên wî yên di çeparan de şer dike û gelê Kurd sax be. Heta dawî ez ê di şopa şehîdê xwe de bimeşim. Kurê min ji bo jiyaneke azad xwe feda kir.

Merasîma bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.