Şervan: Dawiya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xuya dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Cafer Şervan: Dawiya desthilata Erdogan-Bahçelî yên faşîst jî êdî xuya dike, ku ji bo tola hilweşîna klîka Çîller-Gureş hanîbûn ser desthilatê. Li navenda van hemû geşedananan destwerdana tevgera PKK’ê ya li pêvajoyê heye.’’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan têkilî salvegera 43’an a Partiya Karakerên Kurdistanê (PKK) axivî. Şervan got, ‘’Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi PKK’ê re tevgereke wiha ye ku di roja berdest de bi hemû aliyên xwe ve bûye şoreşa cîhanî.’’

Şervan wiha domand: ‘’Ji her alî ve dîroka berxwedanê ya tevgera PKK’ê, bûye dîroka bûneweriyê ya gelê Kurd û avakirina jiyana aad. Xwediyên herî mezin ên van geşedanan bêguman şehîdên me ne ku bi têkoşîna xwe bûne dastan. Ji vî alî ve PKK bi deh hezaran şehîdê xwe û bi desteka milyonan mirovên gelê me hêviya rizgariyê ya mirovahiya pêşverû ye. Ev dîroka têkoşînê ya birûmet her wiha ji bo hêzên serwer ên Tirk ên qirkeriya faşîst bûye dîroka helandin û paş ve çûnê. Desthilatên faşîst ên mêtinger ên heta niha ku hemû rêbazên îmha û înkarê bi kar anîne, li bara berxwedana bêhempa ya partiya me û gelê me bi ser neketine û çûne ser tingê dîrokê. Dawiya desthilata Erdogan-Bahçelî yên faşîst jî êdî xuya dike, ku ji bo tola hilweşîna klîka Çîller-Gureş hanîbûn ser desthilatê. Li navenda van hemû geşedananan destwerdana tevgera PKK’ê ya li pêvajoyê heye.’’

Şervan bi berdewamî diyar kir li dijî PKK’ê û Rêbertiya wê  ku pêşengiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dikin hêzên global bi TC’ê te tifaq danîne, di serî de DYE û hin dewletên Ewropayê û PDK di nav vê bloke de ye û got ji bo ku berbelavbûna PKK’ê ya li herêmê asteng bikin ev tifaq hatiye danîn. Şervan her wiha got êrîşên li er Başûr, Şengalê û Rojava jî encama vê peymanê ye.

Şervan daxuyaniya DYE’yê yên dawî yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist, diyar kir ji van daxuyaniyan diyar dibe dibe naveyna DYE’yê û TC’ê de hin nakokî hene û goto,’’Ev nakokî û rewşa pevketinê jî encama têkoşîna me ye. Ji vî alî ve, dewleta TC’ê di êrîşa ser Kurdan de bi qasî berê destekê ji Ewropayê û DYE’ê nastîne. Edamê NATO’yê TC bi dehan salan e di qirkirina Kurdan de çekên herî pêşketî yên TC’ê bi kar aniye. Ji ber nakokî û rewşa pevketinê ya van demên dawî, mirov ji nêzîkatiyên dawî yên DYE’yê dibine ku desteka didin wan wê ne bi qasî berê ve. Lê êdî hêzên NATO’yê guherîna desthilata faşîst a AKP-MHP’ê qebûl dikin. Ev rewş ji hêla dîrokî û rojane ve derfetên mezin ji tevgera azadiyê ya Kurd re tîne. Têkoşîneke li ser hîmekî rast wê rê li ber veke ku staûya Kurd ji alî hemû gelên cîhanê ve were naskirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bi domdarî got ‘’Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku di eniya şer de derbên giran xwarî serwerî û aboriya welêt anî ber hilweşandinê, êdî li ber rûxandiyê ye. Ji vî alî ve kes nema bi pêngavên êrîşa psikolojik a vê rejîma faşîst bawer dike û desteka li wan kêm dibe. Ji ber vê jî li ser hîmê eniya antî-faşîst divê rêxistiniya muxalefeteke pir berfireh were kirin.’’

Şervan bal kişande ser rola ciwanan a di têkoşînê de got, ‘’Bi gel re yekbûn û ketina nav taktîka şerê gerîla, wê serkeftina tevgera me ya ciwanan xurt bike û rêxistiniya wê mezin bike. Desthilata faşîst û mêtinger a AKP-MHP’ê ji bo ku ciwanan ji têkoşînê û rêxistiniyê dûr bixe bikaranîna madeyên tiryakê teşwîq dike û jiyaneke pişivî li wan ferz dike. Li dijî vê li ser hîmê xweparastinê li gel ku gelek çalaki hatine kirÎn jî, girîng e ku ev veguhere ser şêwazeke domdar.’’

Şervan pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’’ ya ciwanan bi  bîr xist û got, ‘Ji vî alî ve ev pêngav girîng e. Bi vê maneyê, divê bi çalakiyên domdar ev were destekkirin ku bike ciwan ji her qadê ve tevlê bibin.  Ciwanên Kursitanê talokeya êrîşên qirker ên li ser gelê me bi hemû rengê xwe dîtiye û xwestiye ku bibe bersiv. Li bara van êrîşên hov ên dijmin bêdeng nemaye, nebûya dîdar û bi gotin, ‘’Werin Cenga Azadiyê’’ tevgeriyaye. Ji her alî ve girîng e ku tevlêbûna wiha bi rûmet û hêja ya li nav gerîla wer geşkirin. Ciwanên welatparêz divê hemû êrîşên dijmin pûç bikin, biherikin qadên gerîla ku berxwedan lê bi rengekî bêhempa tê kirin. Ciwanên Kurdistanê divê hemû potansiyela xwe û hêza xwe bixe dewrê û seferber bibe.’’

Têkilî têkoşîna jinan jî Şervan got, ‘’Têkoşîna berxwedana jinan jî li dijî hêzên serwer ên faşîst li gelek qadan bênavber didome. Di çalakiyên girseyî de yên li Rojava, Başûr û Ewropayê jin tim li pêş bûn. Bi rengekî herî xurt tevlî pêngava Dem Dema Azadiyê ye, ya tevgera me bûne û bi rola pêşeng rabûne. Rêxistiniyên li dijî komkujiyên li ser jinan desthilata faşîst a AKP-MHP’ê teşhir kiriye. Berxwedana hevrêyên gerîla yên jin ên li nav têkoşîna azadiyê derbên giran li hêzên dagirker dane.  Hevrêyên jin ên li nav refên gerîla bi berxwedanên xwe yên dastanî û şehîdbûna xwe mîrateyeke girîng ji têkoşîna jinan re dihêlin.’’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan bi berdewamî bal kişande ser berxwendana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û got, vê têkoşîna gel daye lezandin û bi roleke diyarker rabûye. Şervan got, ‘’Êrîşên qirker ên desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst bandorke giran li ser tevahiya civakê dike. Ji ber vê jî, bi bîreweriya ku rêya rizgariyê ya ji krîza siyasî û aborî ku gelên Tirkiyê jî din av de ne, hilweşandina vê desthilata faşîst e, rêxistiniya xwe bike. Ji ber vê jî hêzên xweparastinê li hemû deverên Tirkiyê û Kurdistanê divê rêxistiniya xwe bikin.’’

Êrîşên faşîst ne tenê li ser Kurdan e, li ser hemû civakê ye. Civaka Tirkiyê di ti demên dîrokê de wiha ji cihanê nehatiye îzelokirin û nehatiya xistin. Tekane rêya xilasbûnê ya ji vê pergala kedxwarî û talanê civaka rêxistinî ye. ‘’

Şervan wiha domand: ‘’Bi rengekî xurt tevlêbûna li pêngava Dem Dema Azadiyê ye ya ku tevgera me dayî destpêkirin, wê hêzê bide berxwedana tevahiya gelê me. Herî pir jî gel û şoreşgerên Tirkiyê hewceyî vê ne. Li gel vê, rabûna tecrîdê ya li ser Rêbertia me, derbên giran ên li hêzên mêtinger dagirker jî, bi rengekî berbiçav li djî polîtîkatên êrîşkar ên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê, bi têkoşîneke hevpar dikare geş bibe.’’

Şervan bal kişande ser giringiya xweparastinê û got, ‘’Ji vî alî ve gelê me divê bi pêngava Dem Dema Azadiyê ye li hemû qadan hêzên xweparastinê geş bikin û li dijî van êrîşên faşîss ji bo ku bibe bersiv rêxistiniya xwe geş bike. Ji ber vê jî tevgera jin û ciwanan pêşengiyê bikin, hêzên xweparastinê bi rengekî ku hemû civakê vehewîne bi rengekî berbelav rêxistiniya vê bike.’’

Şervan herî dawî bal kişande tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanû got, ‘’Di demeke wiha de ku pêngava me ya Dem Dema Azadiyê ye didome em ketina sala 44’an a têkoşînê ya partiya me. Di vê serdema têkoşînê de yek ji hedefa me ya herî sereke bidawîkirina şertên giran ên tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye. Di demeke wiha de ku gelên kedkar û şoreşger li her qadê li Rêbetiya me xwedî derdikevin, bi avakirina platformên hevpar ên têkoşînê divê mirov polîtîkayên qirker ên rejîma faşîst bi rengekî xurt teşhir bike. Gelek sendika û saziyan ji bo azadiya Rêbertî kampanyayên mezin dan destpêkirin. Her wiha gelek nivîskar û rewşenbîran ji bo azadiya Rêbertî çalakî kirin. Ji vî alî ve di sala nû ya têkoşînê ya partiya me de û bi bernameyên çalakiy3e yên ku pêngava me geş kiriye, azadiya Rêbertiya me wê bi rengekî geştir deng vede. Di demeke wiha de ku partiya me salvegera serfiraziyê dijî, bi berxwedana gelê me, êdî tam dema wê ye ku em bi Rêbertiya Azad re bigihijin hev.’’