Şerker: Dijmin çi dike bila bike nikare berxwedana PKK’ê bişkîne

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker sala 44'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, “Dijmin çi dike bila bike nikare ruhê berxwedanê yê PKK’ê bişkîne.”

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker bi wesîleya sala 44'an a damezrandina PKK'ê ji ANF’ê re axivî.

Ozgur Şerker, diyar kir ku dema heqîqeta PKK’ê tê lêkolînkirin, berê her tiştê rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bîra mirov û got: “Salvegera damezrandina PKK'ê di destpêkê de li Rêber Apo, gerîlayên li Qadên Parastina Medyayê û bi taybet gerîlayên li Zap, Avaşîn, Metînayê ber xwe didin û li gelê Kurd ê welatparêz pîroz be. Rêber Apo PKK’ê damezrand, gihand nirxên giranbiha û ji bo hemû gel û jinan bû hevîyek. Rêbertî ev 50 sal in bênavber têdikoşe. Rêber Apo îro li dijî tecrîda giran, êrîş, zext û hemû ferzkirinên dijmin têkoşîna xwe di asta herî jor de didomîne. Êrîşên hêzên navneteweyî yên li hemberî Rêber Apo û tevgera me tu carî nesekinî.

 

DIJMIN 50 SAL IN NEGIHIŞTIYE ARMANCÊN XWE

Tiştekî nemaye ku gelê Kurd nejî. Îro jî tu êrîşên nemirovî nemaye ku kesên qala Kurdbûnê dikin, yên ku dildarê doza azadiyê ne û yên ku ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşin, nejiya be. Dijmin bi van êrîşan re sînordar namîne û bi rêbazên herî hov êrîşên xwe didomîne. Tê zanîn, rojanê bi dehan car çekên kîmyayî bikar tîne. Her kes kevneşopiya çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a faşîst a li Kurdistanê dike, dizane. Ev kevneşopî îro bi destê Erdogan li hemberî gerîla tê bikaranîn. Erdoganê kîmyager ji bo vîn û helwesta fedaî yên gerîla ji holê rake serî li her curê rêbazên qirêj, çekên kîmyewî û gazên jehrî dide. Dijminê ku 50 sal in tevî hemû êrîşên xwe negihiştiye armancên xwe, îro li Zap, Avaşîn û Metînayê her cure hovîtiyê dike. Dijminê ku leşkerê xwe jî dişewitinê, êdî hovitiya Hîtler jî derbas kir.

Li hemberî van êrîşan PKK’ê li ber xwe dide. Ya ku vê berxwedanê bi rengekî serfiraz didomîne û mîna al tu carê nahêle li erdê bikeve ruhê berxwedanê yê PKK’ê ye ku di şexsê gerîlayê de şenberbûye. Kesê ku vê ruhe afirandiye Rêber Apo ye. Rêbertî di temenê xwe yê 24 saliyê de dest bi vê têkoşînê kir. Ji xeynî ciwantî û vîna wî tu tişt li destê wî tune bû. Baweriya xwe bi vê rêyê anî, ji bo azadiyê jiyana xwe feda kir û bi vî rengî dest bi rê kir. Eger rastiya PKK’ê û Rêbertî 50 sal in tevî hemû êrîşên dijmin têkneçû be, ev yek bi kesayeta ciwantî ya PKK’ê û Rêber Apo re girêdayî ye. Rêber Apo haveyna PKK’ê bi ciwantiyê re afirand. Em Tevgera Ciwanên Apoyî li ser xeta Rêbertiyê têdikoşin. Felsefeya ciwantî a PKK’ê rê li ber têkçûna PKK’ê girt. Di îdeolojiya PKK’ê de ku Rêber Apo afirandiye, lêgerîn û lêpirsîneke bê dawî heye.”

RASTIYA CIWANAN PKK’Ê LI SER LINGAN DIGRE

Ozgur Şerker diyar kir, şerê ku îro li Kurdistanê tê kirin şerê hebûn û tinebûnê ye û da zanîn ku li hemberî wan dijminekî ku dixwaze gelê Kurd qir bike û Tevgera Azadiyê bi temamî tasfiye bike, heye. Ozgur Şerker destnîşan kir ku gerîlayên ciwan li hemberî van êrîşan bi fedaîtî li ber xwe didin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hemû kesên ku di çeperan de li ber xwe didin gerîlayên ciwan in. Ev yek jî nîşan dide ku di nav PKK’ê de extiyarî tune ye. Ya ku îro PKK’ê li ser lingan digre ev rastiya ciwantiye ye. Lewma di nav PKK’ê de kes extiyar nabe û her tim ciwan dimîne. Hêzên ku êrîşê PKK’ê dikin, nûnertiya extiyariyê dikin û bi vî rengî êrîş dikin. Ev desthilatdariya faşîst û dijminê Kurdan çi dike bila bike, nikare Tevgera Azadiyê tine bike. Çiqas êrîş hebe bila hebe, berdêla wê çiqas giran be û çiqas şerên taybet jî bê meşandin, nikare ruhê berxwedanê yê PKK’ê bişkîne. Em îro vê ruhê berxwedanê di rastiya şer de çêtir dibînin.

Tevî ku şer û êrîş di asta herî jor de ye, ruhê ciwantiyê yê PKK’ê ku her tim zindî ye, xwe nû dike û bê navber vê têkoşînê didomîne, nahêle dijmin encam bigire. Lewma hemû ciwanên Kurdistanê eger bixwazin rastiya PKK’ê fêm bikin, divê berê xwe bidin vê ruhê. Dijmin dixwaze me 100 sal paşve vegerîne û cardin Kurdan bike kole. Ciwanên Kurd ku li hemberî vê yekê derdikevin divê vegerin rastiya PKK’ê û felsefeya Rêber Apo. Ji yekemîn şehîdên me yên pêşeng heval Hakî Karer bigre heta xwedawendên me yên azadiyê Sara û Rûken, şehîdên me nûnertiya vê xetê dikin. Bi ciwantî şer kirin, bi ciwantî têkoşiyan, îro em jî bi ciwantî ber bi serfiraziyê re diçin. Şer çiqas giran be bila bibe, wê ev têkoşîn tu car dawî nebe. Heta ku lehengên ciwan ê PKK’ê li ser lingan be û li çiyayên Kurdistanê bi vê vînê şer bike, dijmin nikare bigihije armancên xwe. Ruhê ciwanan û ciwanên Rêber Apo wê serbikevin. Em tevgera ciwanan di meşa têkoşîna 50 salî yê Rêber Apo de, vê ruhê berxwedanê mezintir bikin. Ev dijminê hov û barbar wê bi şûr, berxwedan û ruhê serfirazî yê ciwanan têk biçe. “