Şerîk: Rejîma AKP'ê bi şerê taybet li ser piyan dimîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, AKP ji bêrêxistiniya civakê hêzê digire û got, "Karakterê şerê taybet rejîma AKP'ê li ser piyan dihêle. Ji ber ku ji aliyê aborî û leşkerî ve belav bûye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê, hilbijartinên xwecihî û rewşa mûxalefetê ji ANF'ê re axivî.

Şerîk anî ziman, li Kurdistanê her rê û rêbazên şerê taybet tên bikaranîn û got, "Şerekî ku xwe dispêre teknîkê tê kirin. Li Tirkiyeyê ji sala 1995'an û pê ve li dijî gerîla hin taktîk ketin meriyetê. Ji wan re operasyona yekîneyên firoke dihate gotin. Wekî din, di vê demê de bi giranî êrîşên li ser bingeha teknîk, îstîxbarat û keşfê tên kirin ku ev jî taktîkên şerê taybet e. Lê tevî vê yekê ji bo tepisandina civakê êrîşan dikin. Qirkirina siyasî, girtin, ciwanên li Pirsûsê hatin kuştin, komkujiya li Enqereyê taktîka şerê taybet e. Eger em şerê taybet tenê ji aliyê leşkerî ve binirxînin, em ê şaşitiyê bikin. Aliyên din ên şerê taybet hene. Aliyên şerê psîkolojîk,, darbeyên leşkerî-sivîl."

15'Ê TÎRMEHÊ NE DARBE BÛ, PROVOKASYON BÛ

Şerîk anî ziman, ji civakê re çi tê nîşandan civak wê dibîne û got, "Li Cizîr, Sûr, Efrînê komkujiyên mezin hatin kirin. Wê demê civaka Tirkiyeyê çi dît? TC'ê ev komkujiyên xwe welê pêşkêş kir ku mirovan jê re li çepikan xistin. Yên ku ji xwe re digotin 'ez demokrat im', gelek kesên digotin 'em li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ne piştgirî dan van komkujiyên ku ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve hatin kirin. Di vir de aliyê herî balkêş, şerê psîkolojîk e. Yanî rastiyê bi rengekî ne rast nîşan dide."

Şerîk destnîşan kir, bûyera 15'ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê provokasyonek bû, ne darbe bû û got, "Ev provokasyon ji aliyê faşîzma Erdogan-Bahçelî ve hate kirin. Di nava vê provokasyonê de Hakan Fîdan, Hûlûsî Akar, Erdogan û Bahçelî jî hene. Yên ku 15'ê Tîrmehê derketin kolanan, ew kesên çekdar in ku Erdogan piştî Geziyê gotibû 'ez ê wan berdim kolanan'."

GEL WÊ ŞAREDARIYÊN XWE RADESTÎ QEYÛMÊN AKP'Ê NEKE

Şerîk da xuyakirin ku Erdogan ji bo tepisandina mûxalefetê aliyên olperest-neteweperestiyê bi kar tîne û got, "Ya ku rejîma AKP'ê li ser piyan dihêle karakterê wê yê şerê taybet e. Ji ber ku ji aliyê aborî, leşkerî ve xurt nîne. Artêşa klasîk belav bûye. Şerê li Kurdistanê bi artêşa klasîk nameşîne. Dagirkirina Efrînê yekser ji aliyê MÎT'ê ve hate birêvebirin. Bi piştgiriya Rûsyayê bi bomberdûmana hewayî kir. Li bejahiyê jî çeteyên xwe bi kar anî. Ev hêza dewleta TC, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bêrêxistiniya civakê tê."

Şerîk bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û got, "Divê gel xwedî li îradeya xwe derkeve. Gel wê şaredariyên xwe radestî qeyûmên AKP'ê neke."