Şerîk: PKK wê têkoşîna xwe ya ji bo parastina gelê Kurdistanê dewam bike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "PKK wê li dijî êrişan hemûyan, têkoşîna xwe ya ji bo parastina hebûna gelê Kurdistanê hîn bi xurtî bimeşîne."

Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemal Şerîk ku li navçeya Tûzlûçayir a Enqereyê Tevgera Apoyî nas kir, bi wesîleya salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê axivî.

Şerîk bi berfirehî bal kişand ser girîngiya kongre û konferansan ji bo PKK'ê û got, "Di dîroka PKK'ê de kongre û konferans her tim di asta stratejîk de girîng bûn. Ji ber wê yekê her kongreyek bû asteke dîrokî ku perspektîf lê hatin afirandin, tespîtên îdeolojîk û siyasî lê hatin kirin, biryar hatin wergirtin, plansazî hatin amadekirin û ji bo pêkanîna şoreşê gavên di asta pêngavî de hatin avêtin."

Şerîk piştî ku bi berfirehî qala 11 kongre û 6 konferansên PKK'ê kir, êrişkariya heyî ya hêzên mêtinger û têkoşîna PKK'ê nirxand.

Şerîk 'Plana Têkbirinê' ya dewleta Tirk ku weke 'Plana Şark Îslahat' a duyemîn pênase kir, bi bîr xist û anî ziman ku bi pêkanîna vê planê re êrişên qirkeriyê zede bûne, lewma ew jî neçar in ku li gorî vê rewşê tevbigere û rê û rêbazên têkoşînê biafirînin.

Şerîk got, "Ev rastî ji bo PKK'ê ku dîroka xwe bi konferans û kongreyan tijî ye bêguman mijareke divê bi rengekî xurt bê nirxandin. Ev rastî ji bo PKK'ê ku weke tevger 45 sal û weke partî jî 41 sal li pey xwe hişt, mîna ku ji dîroka PKK'ê jî tê fêhmkirin, şert û mercên dijwar ên têkoşînê ji bilî xurtkirina têkoşînê nayê ti wateyê.

Ji ber ku di nava salên derbasbûyî de tecrûbe û danheviyêke girîng a partiyê, rastiyeke xurt a PKK'ê afirî. Lewma wê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gel û têkoşînê hîn bêhtir pêk bîne. Ya ku divê bê kirin jî wiha ye."

Şerîk destnîşan kir ku di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de li her eniyê êriş tên kirin û got, gelê Kurdistanê û rêxistina wê ya pêşeng PKK di vê pêvajoyê de ji bo parastin û azadiya gelê Kurdistanê têdikoşin.

Şerîk got, "Bêguman karên xwe hemû li gorî şert û mercên tê de ye plan dike, bi rê ve dibe. Lê belê rastiyeke wiha heye: Di nava van şert û mercan de PKK wê têkoşîna xwe hîn bi daxwaz, hîn bi heybet û hîn bi xurtî bidomîne û watedar bike.

Em salvegera 45'an a Tevgera Apoyî û salvegera 41'ê ya PKK'ê pîroz dikin, di şexsê Rêber Apo ku ev rûmet diyarî gelê Kurdistanê kir û şehîdê me yê partîbûnê Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin."