Şerîk: 4'ê Nîsanê bi têkoşînê tê pîrozkirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser êrişkariya dewleta Tirk û tecrîda li Îmraliyê û got, 4'ê Nîsanê wê bi têkoşînê bê pîrozkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê di nava tecrîdeke giran de tê pêşwazîkirin û got, li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşînê heye.

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku gelê Kurd di serî de hemû gelên Rojhilata Navîn wekî roja vejîn, azadî û kulîkvedanê pîroz dike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk daxuyaniyên girîng dan.

4’Ê NÎSANA RASTÎN WÊ BI AZADIYA RÊBER APO WERE PÊŞWAZÎKIRIN

Şerîk diyar kir ku di şertên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de ew 4’ê Nîsanê pêşwazî dikin û ji ber vê jî divê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dibê bi têkoşînê were pêşwazîkirin. Şerîk got ku, “Di serî de ya Rêber Apo, 4’ê Nîsana hemû gelê Kurdistanê û ya hemû mirovayetiya di nav lêgerîn û têkoşîna azadiyê de ye, pîroz dikim. Rêber Apo qal kiriye ku vê rojên bextewar çawa werin pîrozkirin. Hînî me kiriye ku divê em jî çawa van rojên bextewar pêşwazî bikin. Ji ber vê jî em bawer dikin ku wê 4’ê Nîsana rastîn bi azadiya Rêber Apo were pêşwazîkirin. Ez careke din dixwazim bidim diyarkirin ku em ê li ser vê biryar, têkoşîn û hewldanê bin.

GEL BI GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ BERSIVÊ DIDE ROJBÛNA RÊBER APO

Rêber Apo di hevdîtina dawîn de ya bi parêzerên re, li ser pirsa tendirustiya wî bal kişandibû şertên niha. Diyar kiribû ku ma di şertên wisa de tendirustî tê pirsîn. Vê tişta ku Rêber Apo balê dikişîne ser, di heman de ji bo me fermanek e ku divê em 4’ê Nîsanê çawa pîroz bikin. Me ev ferman wergirtin. Îro li çiyayan jî gerîlayên azadiyê ji bo vê fermanê têdikoşin. Li Rojava gel li dijî mêtingeriya dewleta Tirk bi berxwedanê vê fermanê pêk tîne. Di berxwedana Efrînê de gel bi berxwedana ku vê fermanê pêk tîne. Li Başûrê Kurdistanê gel bi helwesta xwe ya alîgiriya yekîtiya neteweyî dike, li dijî qirkirinên dewleta Tirk , li gorî vê fermanê tevdigerin. Di heman demê de Kurd û dostên wan ên li derveyî welat jî vê fermana Rêber Apo ji xwe re wekî rêberekê dibînin û li ser vî bingehî têdikoşin. Li Rojhilatê Kurdistanê û li cihên din jî gel bersivê dide rojbûna Rêber Apo û bi her awayî xwe dide nîşandan.

DINYA LI DIJÎ ŞEWBÊ ŞER DIKE TC JÎ ÊRÎŞÊN XWE YÊN MÊTINGERIYÊ DIDOMÎNE

Piştî niha jî divê pêşwazîkirina 4’ê Nîsanan wisa be. Heke bi awayekî din rêya pêşwazîkirina 4’ê Nîsanan hebûye, bêguman ew ê rê û derfetên vî tiştî jî bihata gerîn. Lê şertên em tê de ne, diyar dike ku bi geşkirina têkoşînê ya li ser azadiya Rêbertî em tişt dikare pêk were. Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Kesekî ku di bin tecrîdeke giran de ye, nabe ku fenanî di şertên normal de be, wateyê bide rojbûna xwe. Ew jî ji me re radigihîne ku ev tişt wisa nabe. Heta ku azadiya Rêbertî pêk were û tecrîda giran were rakirin, tişta xwezayî ev e ku divê em li ser vî bingehî rojbûna Rêbertî pêşwazî bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrîşên xwe zêde dike. Îro jî ev êrîş didome. Îro dinya û mirovayetî li dijî koronavîrusê têdikoşe û li her dera dinyayê tevdîr hatine stendin. Derketina derve jî tê qedexekirin. Lê di pêvajoyeke wisa de, dewleta Tirk a qirker li çiyayan êrîşî gerîlayên azadiyê dike. êrîşî gelê Başûrê Kurdistanê dike. Li Rojava êrîşên xwe didomîne. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîşên xwe yên siyasî didomîne. Her roj bi dehan kesan destgîr dike û dixe girtîgehê. Xetereya koronavîrusê li her dera Tirkiyeyê zêde bûye lê ew dev ji van êrîşên xwe yên qirker bernadin.

DI 4’Ê NÎSANÊ DE DIVÊ DAR WERE DANÎN

Di şertên wisa de nabe ku wekî em di şertên normal de bin, em rojbûna Rêber Apo pêşwazî bikin. Hemû gelê Kurdistanê vî tiştî dizane. Hemû gelên dinyayê yên ku ji bo azadiyê têdikoşin û di nav lêgerîna azadiyê de ne, hay ji vî tiştî hene û li gorî vî tiştî rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Li çiyayan jî li ser vî esasî em rojbûna Rêber Apo pêşwazî dikin. Berê jî ne bi tenê li çiyayan li her dera Kurdistanê û li her bajarî 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin. Darên nû li xwezayê û çiyayan hate danîn. Ew dar sembola liserxwebûnê ye. Di van salan de jî ev mîrate didome û ew ê ji niha şûnde jî bidome. Ev tê wateya zindîbûna jiyanê û ji bo bidestxistina jiyana azad jî ji bo me dibe perspektîfek. Jiyana Rêber Apo ji bo awayê pêkhatina vî tiştî ji bo me dibe perspektîfek.
Rêber Apo tu carî bi nêrînên ji rêzê li jiyanê nenihêrî. Rêber Apo her kêlîka jiyanê ji bo têkoşîna azadiyê baş nirxand. Îro jî vî tiştî dike. Vê berpirsyariya xwe bi cih tîne. Bi van aliyên xwe rola xwe ya pêşengbûnê bi cih tîne. Ji me re dide nîşan ku divê em 4’ê Nîsanê çawa pêşwazî bikin.

RÊBER APO LI IMRALIYÊ DESTANEKE BERXWEDANÊ DINIVÎSE Û BERSIVÊ DIDE QIRKIRINÊ

Di van şertan de ji bo ku em karibin rojbûna Rêber Apo bi rastî jî pîroz bikin divê em li ser şopa Rêbr Apo bimeşin û li ser xeta wî tevbigerin. Em bi berpirsyariya vî tiştî 4’ê Nîsanê pêşwazî dikin. Em bi vî tiştî dizanin dewleta Tirk a qirker hebûna xwe li ser înkar û îmhaya Kurdan ava kiriye. Ji bo ku Kurdan înma bike, wê hemû derfetên di destê xwe de bi kar bîne. Berê jî ev tişt kir. Dîmenekî wisa ava kir ku li ser hin platforman dixwaze derfetên hevdîtinê ava bike. Hin hevdîtin hate kirin. Hevdîtinên li Oslo û Îmraliyê yên bi Rêbertî re parçeyekî vî tiştî bû. Lê dewlta Tirk hemû hevdîtin ne wekî çareseriya demokratîk a doza Kurdan lê wekî parçeyekî şerê taybet nirxand. Di wan deman de êrîşên xwe zêdetir kir. Sedema ku di salên 2010-2011’an de êrîşên xwe zêde kir jî ev bû. Piştî sala 2012’an li her dera Kurdistanê kalekol, bendav û rêyên leşkerî çêkir. Di vê pêvajoyê de xwestin careke din Kurdistanê dagir bikin. Dewleta Tirk hê jî dev ji vê nêzikatiya xwe bernedaye. Ji bo pêkanîna vî tiştî hemû hêza xwe seferber dike. Li ser vî esasî êrîşên xwe derxistiye asta herî jor. Gerîlayên Kurdistanê li çiyayan li ber xwe dide û bersivê dide vî tiştî. Li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gel xwedî li nasnameya xwe derdikeve û xwedî li rastiya xwe derdikeve. Rêber Apo li Îmraliyê destaneke mezin a berxwednê dinivîse û bersivê dide van êrîşên qirker. Wê ji niha û şûnde jî ev bersiv were dayin. Ji xeynî van tiştan nabe ku rojbûna Rêber Apo were pêşwazîkirin. Yên ku dixwazin rojbûna Rêber Apo pêşwazî bikin divê li ser vê rastiyê tevbigerin.

Dewleta Tirk îro gelekî tengijiye. Êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêde kiriye lê dîsa jî ev rastî naguhere. Di heman demê de ev tê wateya ku li ber têkçûnê ne. Ne mumkun e ku ji van êrîşan encamekê werbigire. Di serdema pêş de jî wê gerîlayên Kurdistanê bersivên watedar bidin rojbûna Rêber Apo. Gelê Kurdistanê li ser vî esasî wê têkoşîna xwe bidomîne. Dostên Kurdan û dilxwazên têkoşîna azadiyê ya Kurdan jî wê silavkirina Rêber Apo bidomînin. Şertên vî tiştî îro gelekî zêde ne. Di warê ekonomîk, siyasî, leşkerî û dîplomatîk de dewleta Tirk wê nikaribe li hemberî têkoşîna hevpar a gelan li ber xwe bide. Dema ev tişt rast werin nirxandin wê ev tişt bibe pêşwaziya rastîn a li gorî ruh û wateya 4’ê Nîsanê. Li ser vî esasî careke din rojbûna Rêber Apo pîroz dikim. Hêvîdar im ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurdistanê û mirovayetiya hemû dinyayê yên di nav lêgerînên azadiyê de ne jî pîroz be.”