Şerîf Bacwer û 3 hevalên wî bi merasîmekê hatin bibîranîn

Hawirdorparêz Şerîf Bacweryê li Merîwanê hate kuştin ji aliyê bi sedan hezaran kesî ve hate veşartin. Bacwer ê xaka Rojhilat diparas, piştgirî dida çalakiyên gel jî. Bacwer li devera beriya 40 salan ji bo bajar biterikîne hate veşartin.

Hawirdorparêz Şerîf Bacwer û 3 hevalên wî dema ji bo vemirandin şewata li Merîwanê derketibû ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin, bi tevlîbûna sed hezarna kesî ve bi merasîmekê hatin veşartin.

Cihê ku ji bo Şerîf Bacwer û hevalên wî merasîm hate kirin, welatiyên Merîwan ên 50 sal û jortir bire berî 40 salan.

QADA MERASÎMÊ, JI BO TERKIRINA BAJAR HATIBÛ BIKARAÎN

Artêşa Îranê sala 1979’an Merîwan dorpêçê kiribû. Damezrênerê Tevgera Komel Endazyar Fûat Mûstefa Sûltanî ya wê demê di nava Merîwanê de ji bo nehilweşandina Merîwan û ji bo protestokirina dewleta Îranê bi gel re biryar da ku bajar biterikînin. Gelê Merîwanê dikevin pey Sûltanî û bajar terk dikin. Duh ji bo Hawirdorparêz Şerîf Bacwer û hevalên wî bi tevlîbûna sedhezaran li qada ku berî 40 salan gel lê kom bûbûn merasîm hate kirin.

Hesen Elîzade ê 33 salî dema ku dîmenên duh dîtin çûn bîranînên xwe yên berî 40 salî û ev tişt got: “Di sala 1979’an de di pêşengtiya Kak Fûat de dema ku me bajar terikand ciwanekî 16 salî bûm. Em li vî cihê ku îro merasîm hate kirin re derbas bûn. Dîmenên ku berî 40 salan ê li vir hate dîtin û merasîma li vir hate kirin heman dîmen derket. Lê ferqekî wê tenê hebû, wê dem ji bo protestokirina dewleta Îran û artêşa wê bû, îro jî her çiqas giran jî be ji bo Şerîf Bacwer û hevalên wî ji bo veşêrin li heman cihî re derbas dibin. Ji ber wê ev hest yên di temenê min û jor tir re çêbûn.

XAK Û DARISTANÊN ROJHILAT PARAST

Şerîf Bacwer ê ji Merîwanê yek ji aktivîst û hawirdorparêzên herî bibandor ê Rojhilat û Îranê bû. Heta niha di serî de li Rojhilat û gelek deverên Îranê ji bo vemirandina şewatan li gel hevalên xwe ketine nava hewldanan.

DI DEMA ERDEHJÊ DE BI HEWARA GEL ÇÛ

Şerîf Bacwer, ji bo alîkarî û bi hewara mexdûrên erdheja li Kimanşa, Ezgele, Qesre-Şîrîn, Serol Zehaw, Ciwanro û Daholê ya ku bi sedan kes jiyana xwe ji dest da, bi qasî 3 mehan kar kir û neçû mal. Bacwer yê ku alîkarî û ji bo gihandina welatina kordîne dikir, yek ji kesên ji aliyê gelên Rojhilat ve dihate heskirin bû.

PIŞTGIRÎ DIDA ÇALAKIYÊN GEL

Bacwer ji bo piştgirîkirina çalakiyên gel a sala borî ya li Tehranê li Merîwanê dest bi greva birçîbûnê kir. Tevî ku di çalakiyê de bû jî bi bisiklêtê berê xwe da Tehranê û piştgirî da çalakvanan. Bacwer ê piştî hefteyekê gihişte bajar, ji aliyê çalakvanan ve bi heskirin hate pêşwazîkirin.

DOSTÊ KOLBERAN JÎ BÛ

Dostê yek ji tirajediyên herî mezin ên li Rojhilatê Kurdistanê yên Kolberan bû. Ji bo li ser sînor kolber neyên qetilkirin kedeke mezin dida. Her ku kolberek dihate qetilkirin Bacwer bi çalakiyeke cuda protesto dikir.

JI BERIYA BÊ KUŞTIN HATE GEFKIRIN

Beriya bi 12 rojan ya ku berî du rojan Şerîf Bacwer ê bi awayekî kuştî hate dîtin, Navenda Spay Pasdaran bangî kiribû. Li navendê jêre hatibû gotin ku ‘Xwe tevlî her tiştî dikî, ji karê dikî baldar be’ gef lê hatibû kirin. Bacwer jî li dijî van gefan ji bo parastina gel, daristanan çi bê xwestin wê bike, kiribû.