'Şerê me yê li dijî faşîzmê, şerê hebûnê ye'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Besra Firat dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û Başûrê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şerekî mezin ê hebûnê tê kirin.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Besra Firat, hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, tifaqa AKP û MHP'ê, hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Firat di destpêka axaftina xwe de di şexsê Hozan Mizgîn de hemû şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî.

Besra Firat işaret bi tifaqa Erdogan-Bahçelî ya ji bo tinekirina Kurdan kir û got, "Armanca van Osmaniyeke nû ye. Dixwazin mêtingeriya xwe ya li Rojhilata Navîn mezin bikin. Têkoşîna me ya 40 salan a li dijî vê yekê nîşan dide ku sîstema faşîst êdî têk çûye û ji ber vê yekê êrîşî çar herêmên Kurdistanê dikin. Êrîşa li ser Efrînê li holê ye. Bi heman armancê kirin. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê dikin. Lê belê vê yekê sîstema wan tengav kiriye. AKP niha di nava krîzeke mezin de ye. Ji aliyê siyasî, aborî, civakî û dîplomasiyê ve di nava kaosê de ye. Ji bo emrê xwe dirêj bike, bi bayê bezê biryara hilbijartina pêşwext dan. Xwestin di nava Rewşa Awate de hilbijartinê bikin."

Firat diyar kir ku ev hilbijartin wê zor û zehmet be, lê belê divê gel firsendê nede Erdogan. Firat got," Pêwîste firsend ji faşîzmê re neyê dayin. Kesek nekeve nava helwesta 'ez dengê xwe nedim jî tişt nabe, wê tiştek neguhere'."

Besra Firat işaret bi girîngiya hilbijartinê ji bo jinan jî kir û got, "Ji ber ku êrîşa faşîzmê bi giranî li dijî jinan tê kirin. Bêguman di şexsê jinan de timî êrîşî civakê dike. Lewma sekna jinan di vê hilbijartinê de gelekî girîng e. Jinan tifaqa xwe kirin, ev yek gelekî erênî ye."

HILBIJARTIN Û REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Endama Koordînasyona PAJK'ê bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî û got, "Li Başûrê Kurdistanê bi salan e pirsgirêkên giran hene. Gel berdêlên gelekî giran daye. Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên civakî, mezhebî nehatine çareserkirin. Bûyerên li Kerkûkê qewimîn, yên li gelemperiya Kurdistanê vê dema dawî qewimîn, gel gelekî êşand. Di nava atmosfereke wiha de wê hilbijartin bê kirin. Wekî din, bi salan e dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dagirker e. Dixwaze Başûrê Kurdistanê parçe bi parçe bike mêtingeriya xwe. Dixwaze zîhniyeta gelê Kurd ê li wir talan bike û qirkirina çandî bike. Gel li hemberî vê yekê gelî bi hêrs e. Di atmosfereke wiha de hilbijartin wê bê kirin."

Firat tevlîbûna namzetên civaka Êzidî ji bo hilbijartinê bi bîr xist û got, "Gelekî girîng e ku Şengal bi rengekî serbixwe bi temsîliyeta xwe tevlî hilbijartinê dibe. Gelek ferman li gelê Şengalê rabû û jinên Şengalê hatin kuştin, hatin qirkirin. Ji ber vê yekê tevlîbûna civaka Êzidî bi temsîlkarên xwe gelekî watedar e."

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI EFRÎN Û BRADOSTÊ

Endama Koordînasyona PAJK'ê Besra Firat bi bîr xist ku dewleta Tirk ji meha Çileyê ve bi hemû teknîk û hêzên xwe yên çete êrîşî Efrînê dike, hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng in û got, "Li dijî van êrîşan berxwedaneke mezin heye. Li Efrînê YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Efrîn niha hatiye dagirkirin. Lê belê bila gelê Efrînê nebêje ku ev rewş wê timî bi vî rengî dewam bike. Rêxistinbûn û parastina rewa çiqasî bê xurtkirin wê dagirkerî jî di wê astê de bê qedandin. Bi berxwedaneke hevpar dagirkerî dikare ji holê bê rakirin."

Firat işaret bi êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî kir û got, "Ev êrîş ne tenê li dijî gerîla û tevgera azadiyê ya Kurd e. Ev êrîş li dijî tevahiya gelê Kurd e. Bi taybetî li hemberî gelê Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo êrîşên xwe yên li ser herêma Bradostê, 'parastina xwe' weke bahane nîşan didin. Halbûkî heta niha ji herêma Bradostê êrîş li ti dewletê nebûye. Ev êrîş polîtîkayeke ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye ku bi zanebûn tê kirin. Û ji bo pêşîgirtina li têkoşîna azadiyê ya Kurd e. Bi taybetî êrîşek li dijî gelê me yê li herêma Bradostê ye."

'ŞERÊ ME YÊ LI DIJÎ DIJMIN ŞERÊ HEBÛNÊ YE'

Firat bi bîr xist ku gelê Bradostê welatparêz e, di dîroka Kurdistanê de xwedî rolekê ye û got, "Gelek e ku dilsozê axa xwe ye. Dixwazin wan ji cih û warê wan derxînin. Lewma êrîşên faşîzan dikin. Dibêjin, 'Ya teslîm bibin ya jî biçin'. Divê gelê Bradostê, tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê hişyar be û gelê Bradostê di her şert û mercî de welatparêziya xwe bidomîne. Êrîş çiqasî giran jî divê li ber xwe bide. Gelê Başûr li ber vê dagirkeriyê radibe. Malên Tirkan boykot dikin. Di dema dagirkirina Efrînê de timî li ser piyan bû. Lê belê ev têrê nake, lewma divê çalakiyên xwe bidomînin. Yên ku li çar parçeyên Kurdistanê bi armanca dagirkeriyê radibe û dijminatiyê li Kurdan dike, dewleta Tirk e. Yê ku dewletên din sonr dike jî dewleta Tirk e.

Şerê ku em dikin şerê hebûnê ye. Dijmin jî li dijî me şerê tinekirinê dike. Şerê ku 40 sal in em li dijî vê sîstema faşîst dikin gihîştiye astekê, rewa bûye û gelên cîhanê xwedî li vê têkoşînê derdikevin. Kes nikare gelê Kurd ji nedîtî ve bê, lewma divê berxwedan û têkoşîn bê geşkirin. Divê yekîtiya neteweyî û yetîkiya jinan bê afirandin."