Şer û çalakiyên li herêma Zapê dewam dikin

Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a li herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên hêzên gerîla dewam dikin.

Li xeta sînor a li navçeya Çelê ya Colemêrgê, şerê di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de dewam dike. Artêşa Tirk hewl dide hin cihên herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hêzên gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin vê dagirkeriyê.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê ve hatin ragihandin; duh êvarê li dijî artêşa Tirk hin çalakî hatin lidarxistin. Artêşa Tirk xwest leşkerên xwe deyne gundê Kinayniş ê li Çelê. Gerîla jî bersiv da artêşa Tirk. Li heman herêmê, li qada Şehîd Xeyrî ji sê baskan ve li leşkerên Tirk hate xistin. Li vê derê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar nîvê şevê saet di 22:00 de bi helîkopterên Skorsky hatin rakirin.

Wekî din, li qada Şehîd Mûnzûr a li Başûrê Kurdistanê, leşkerên Tirk ketin xefika ji teqemeniyê û di encama teqînê de leşkerek mir. Li heman qadê, leşkerek jî bi çalakiyeke sekvaniyê hate kuştin.

Li qada Şehîd Mûnzûr û quntara gundê Bijne, di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Hêzên gerîla her wiha li girekî qereola li gundê Rezan ê li navçeya Gever a Colemêrgê dan. Hat ragihandin, di vê çalakiyê de gelek leşker mirin e û birîndar bûne, lê li ser hejmara zelal agahî bi dest neket.