Şenyaşar: Heta bicihhatina edaletê em ê li malê rûnenên

Malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de ye got, "Heta ku edalet bi cih bê em ê li mala xwe rûnenên, daxwaza maf, hiqûq û edaletê bikin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, di 9'ê Adara 2021'ê dest pê çalakiya li pêşiya Edliyeya Rihayê kiribûn.  Çalakiya malbatê di roja 494’an de jî dewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdarî çalakiyê bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar dest bi çalakiyê kir.

Ferît Şenyaşar got, "Edliye girtî jî be nobeta me li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Komkujiyek li malbata me kirin. Kujer jî hînê li nava civakê digere. Lê belê birayekî me 4 sal in di hucreya yek kesî de tê hiştin."

Şenyaşar anî ziman ku dayika wî Emîne Şenyaşar li gel temenê xwe yê dirêj jî serdana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê kir û got, "Moralê birayê me di cih de bû. Ya ku hêzê dide wî, baweriya wî ya bi pêkhatina edaletê ye. Edalet wê bi cih bê û ew ê jî azad bibe. Em jî vê zilmê qebûl nakin û li mala xwe rûnanên. Edliye di betlaneyê de be jî em ê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku edalet bi cih bê em ê li mala xwe rûnenên û daxwaza maf, hiqûq û edaletê bikin."