Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin

Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ne got: “Em ê şêwazê bêedaletiyê bi hev re bixin dengeyê.”

Çalakiya nobeda "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 152'yemîn de didome. Dayika Emîne  Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar ji ber ku avahiya edliyê îro girtî bû, nobeda xwe li mala xwe ya Pirsûsê dewam kirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal di parvekirina kir de, spasiya endamên Lijneya Koordînasyona Rihayê (ÎKK) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê yên duh serdana wan kiribûn kir. Malbatê, di parvekirina xwe de ev peyam da: “Lijneyên Koordînasyona Riayê (ÎKK) û TMMOB’a Amedê serdana piştevaniyê ya têkoşîna edaletê li me kirin. Minnetdarê hemû kesên ku dibin dengê me. Em ê bi hev re mêzîna  edaletê ya xirab bûye hevseng bikin.”