Şenyaşar: Edalet li ku ye?

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, car din daxwaza edaletê kir.

14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kir. di Êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenayaşar ku ew jî bi birîndarî ji êrîşî rizgar bûbû, 9’ê Adara 2021’an li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Nobeta Edaletê 9’ê Adara 2021’an destpê kiribû.

Dayik Emîne Şenyaşar di roja 833’emîn a Nobeta Edaletê de, car din hat ber bariyera betonê ya li ber avahiya edliyeyê. Emîne Şenyaşar tevî nexweşiyên xwe jî, bi pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” çalakiya xwe domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi sernava “#Nerdeadalet” (Edalet li ku ye) hesabên Wezareta Edaletê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç etîket kir û ev bang kir: “833 roj in li ber Edliyea Rihayê têkoşîna edaletê dewam dike. Gelo gelek zehmet e ku mirov bi edalet be?”