Şenyaşar bi kurê xwe yê girtî re axivî: Kurê min dirizînin!

Emîne Şenyaşar bi rêya telefonê bi kurê xwe Fadil Şenyaşar re axivî ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye û got, "Kurê min dirizînin. Zilmê li me dikin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, li ber Edliyaya Rihayê 114 roj in ji bo edaletê nobedê digire. Emîne Şenyaşar bi rêya telefonê bi kurê xwe Fadil Şenyaşar re axivî ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye.

Emîne Şenyaşar got, "Kurê min 3 sal in li odeyeke yek kesî tê hiştin. Bav û birayên wî hemû mirin. Li girtîgehê rewşa wî çawa ye? Tiştek ji destê me nayê. Em çûn Enqere, Stenbolê, çûn her derê lê nebû. Malbata min tune kirin, hîn jî dilê wan rehet nebûye. Vî kurê min jî li girtîgehê dirizînin. Hewşa ediyeyê jî li me qedexe kirin. Zilmê li me dikin."

Ferît Şenyaşar jî got, "Neheqî li me kirin. Birayê min bi rengekî nehiqûqî sê sal in li hucreya yek kesî tê hiştin. Ew jî li benda edaletê ye. Hêviya xwe ji dest nade û li ber xwe dide. Em hewl didin dengê wî li vir bidin bihîstin. Ji bo zilm bi dawî bibe em têdikoşin."

Malbatê li ser hesabê medya dîjîtal ev peyam weşand: "Gelo ji bêedaletiyê mezintir gunehek heye? Hûn ê kengî vê feryada me bibihîzin? Ey edalet!"