Şêniyên Qendîlê: Xerîb bi destê hevkarên dewleta Tirk şehîd ket

Gelê Binarê Qendîlê: Diyar Xerîb bi destê dewleta Tirk û hevkarên wan şehîd ket. Divê gelê Kurd rê nede van tiştan.

Di 5’ê Tîrmeha 2019’an de balefirên dewleta Tirk a faşîst herema Qendîlê dan ber topan. Di encama bombebaranê de Endamê Konseya Serokatî ya giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb tevî du rêhevalên xwe re şehîd ket. Gelê Bînarê Qendîlê nerazîbûna xwe dan nîşandan û bi yekdengî gotin; “Tenê dewleta Tirk bi balefirên xwe nikare, hevalekî mîna heval Diyar Xerîb şehîd bixe. Ev tişt bi alîkariya ajanên Kurd yên xwefiroş hatiye kirin.”

Hemwelatiyê bi navê Şaxawan Maruf Resûl jî ji me re axivî û got ku “Em şehadeta heval Diyar Xerîb qebûl nakin. Ev şermezarî him ji bo hikumeta herêma Kurdistanê û him jî ji bo dewleta Tirk a faşîst e. Ji ber ku Tirkiye çi bike, bi agahiya hikumeta herêma Kurdistanê dike. Ev tişt gelek caran pêk hatiye lê dîsa jî serokê herêma Kurdistanê diçe serdana Tirkiyeyê û gelê Qendîlê dibe qurbaniyên vî tiştî.”

Şaxawan diyar kir ku Diyar Xerîb 25 salan têkoşiyaye û got ku “Heta ku heval Diyarek koka rejîma dewleta Tirk bîne, wê bi hezaran heval Diyar şîn bibin. Heke hikumeta herêma Kurdistanê û serokatiya wê bixwazin ku herêma Qendîlê vala bikin divê baş bizanibin ku wê gel dev ji warê xwe bernede.

‘EM HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Şaxawan bal kişand ser vî tiştî ku hikumeta herêma Kurdistanê dibêje em ê bibin dewlet lê her roj rejîma Tirk a faşîst navçeyên herêmê vala dike û cih dide MÎT’a Tirk. Şaxawan got ku “Ji ber vî tiştî, em hikumeta herêma Kurdistanê şermezar dikin. Hikumeta herêma Kurdistanê rê li ber vî tiştî vedike ku dagirker werin ser axa me. Heval Diyar Xerîb 25 sal in têdikoşe lê ew êdî şehîdekî nemir e. Ez bang li hemû Kurdên bi şeref dikim ku, bila vî tiştî şermezar bikin.”

XIDIR FEQÎ BRAHÎM: HEVAL DIYAR KESEKÎ GELEKÎ BI HURMET BÛ

Xidir Feqî Brahîm ê ku gelek caran Diyar Xerîb dîtiye, qala Diyar Xerîb kir. Xidir Feqî got ku “Heval Diyar kesekî baş û bi hurmet bû. Her dem dihat ba me û digot bila haya we ji ajanên dijmin hebe, dijmin her dem dixwaze êrîş bike. Heval Diyar 25 salan têkoşiya lê balefirên Tirk bombe li ser wî barand. Divê gelên Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin û dewleta Tirk a faşîst ji wê derê derxînin.”

BÎHAR EHMED: EM SÎXURAN ŞERMEZAR DIKIN

Welatiyê bi navê Bîhar Ehmed jî got ku “Heval Diyar cihê xwe di dilê her kesî de çêkiribû. Bila tu kes nebêje heval Diyar êdî nemaye, bi hezaran Diyar Xerîb mane û em ê tu carî dev ji rêya Diyar Xerîb bernedin. Wan kesên ku ji bo pereyan xwe difiroşin û îxanetê li gelê Kurd dikin jî, ez wan şermezar dikim. Ji ber ku kesayetiyeke wekî Diyar Xerîb tu carî nayê jibîrkirin. Dewleta Tirk bi hinceta ku PKK li vir e, her roj mirovên sivîl qetil dike.”

Ciwanê bi navê Kawa Takûr jî diyar dike ku divê gelê Kurd Ii hemberî şehadeta Diyar Xerîb bêdeng nemîne û got ku “Bi destê caş û xwefiroşan heval Diyar şehîd bû. Heval Diyar têkiliyên wî yên bi gelê Başûr re gelekî baş bû. Bi gel re diciviya û gel û ciwan perwerde dikir. Takûr got ku “Em ê tola heval Diyar li erdê nehêlin. Çawa ku li Rojava şoreş çêbû, heta ku li Başûr jî çêbibe em ê li ser şopa heval Diyar bin.”