Şêniyên Qendîlê: Efrîn wê pergala paşverû ya dewletan têk bibe

Ji gundiyên Zergelê yê Binarê Qendîlê Rênas Ehmed û Loqman Hisên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin, "Efrîn parastina xwe ya rewa dike û gelê Efrînê wê bi berxwedana xwe pergala paşverû ya dewletan Têk bibe."

Gundiyê Zergelê yê Binarê Qendîlê Rênas Ehmed, ku gundê wan timî dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk got, "Plana dewleta Tirk her dayîm ew e ku neteweyên cuda ji holê rake û bingeha weke demên Osmaniyan ava bike. Bi vê planê dixwaze gelê Kurd jî têk bibe. Lê  bila her kes bizanibe ku di dîroka mirovahiyê heyanî niha gelê Kurd serê xwe li ber dagirkeran netewandiye. Gelê Efrînê jî wê roj bi roj berxwedana xwe geştir bike."

PERGALA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK LI EFRÎNÊ AVA DIBE

Rênas Ehmed diyar kir ku bajarê Efrînê bajarê gelek gelan e û gelek gel û netewe bi awayekî wekhev li wir bi rengê komunal dijîn. Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk nikare xwe li jiyana komunal rabigire, lewma êrîşî pergala Efrînê ya azad dike. Rênas Ehmed wiha pê de çû: "Dewleta Tirk dibêje li Sûriyeyê dewlet nîne û ez naxwazin terorîst cîranê min bin. Lê di rastiyê de tiştekî bi vê awayî nîne. Efrîn bajarê gulan, bajarê berxwedanê ye, bajarê bi hevdu re jiyanê ye û cihê hemû neteweyan e. Niha pergala Konfederalîzma Demokratîk li ser bingeha jiyana gelan li Efrînê ava dibe. Dewleta Tirk naxwaze gel bi hev re bijîn. Dewleta AKP li ser bingeha faşîzmê dijî."

LI EFRÎNÊ TERORÎST NÎNE, PARASTINA REWA HEYE

Rênas Ehmed anî ziman ku baweriya wî heya dawî heye ku dewleta AKP'ê ya xwedî hişmendiya faşîst wê li pêşberî berxwedana gelê Kurd têk biçe û got, "Dewleta Tirk dibêje 'ez şerê Kurd nakim ez şerê terorîstan dikim'. Efrîn terora çi kiriye? Efrîn bajarê gelan e. Li Efrînê kesekî terorist nîne. Efrîn li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wî xwe diparêze. Efrîn parastina rewa dike. Ji ber ku Erdogan û çeteyên wî êrîşî sivîlan dikin. Di 43 rojan de li Efrînê nêzîkî 280 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Piraniya wan jî jin û zarok in."

DIVÊ GELÊ KURD LI HEMBER DAGIRKERIYÊ BÊDENG NEMÎNE

Welatiyê Binarê Qendîlê Rênas Ehmed da zanîn ku di sala 2016'an de jî dewleta Tirk gundê Zergelê bombebaran kiriye û di encama êrîşa dewleta Tirk de 8 welatiyên gundê Zergelê jiyana xwe jî dest dane. Rênas Ehmed nirxandina xwe ya li ser Efrînê wiha qedand: "Dema balafirên dewleta Tirk êrîşî gundê Zergelê kiribûn 8 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn lê belê dewleta Tirk derewan kiribû û gotibû 'me cihê PKK bombebaran kiriye'. Lê bele jin, zarok, kal hatibûn kuştin. Dewleta Tirk jî li derveyî rastiyan dijî. Hişmendiya dewleta AKP'ê li ser bingeha komkujiyan e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li hemberî vê heşmendiya dagirkeriyê bi yekdengî tevbigere."

Loqman Hesen jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got, "Gelê Efrînê bi berxwedana xwe dewleta AKP'ê ji roja destpêkê ve têk biriye. Serketina Efrîn serketina hemû gelê Kurd e. Tirkiye wê nikaribe bihostekê jî ji Efrînê bigire. Efrîn wê her bi berxwedana xwe li ser lingan be."

Loqman Hesen herî dawî pêşengiya jinan a li Efrînê jî anî ziman û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.