Şêniyên Pêncewînê: Divê êdî sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn

Gundiyên herêma Pêncewînê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li hikumetên Iraqê û herêmê kir ku xwedî helwest bin. Her wiha ji neteweya Kurd jî xwest ku êdî sînorekî ji dewleta Tirk re deyne.

Malbateke Kurd ku ji gundewarên bajarê pêncewînê gundê Dalaro ne û li bajarê Silêmaniyê dijîn, di heman demê de li gundê xwe jî karê çandiniyê dikin. Li ser êrîşên dagirkeran û bi taybet dagirkeriya Tirk yên li ser Kurdistanê axivîn.

Di serî de Osman Mistefa li ser rewşa jiyana xwe û kar û xebatê xwe û di heman demê de li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê axivî û wiha got: “Em karker in(felah) li deşta Pêncewînê, pir ji gelên vê herêmê feqîrin û ji bo jiyanê karê çandiniyê dikin. Lê îsal mesref pir zêde bû, dermanên bexçeyan pir beha bûn, li gorî wê jî berhemên bexçeyan pir zêde erzan bûn. Mixabin tevî vê feqîrtiyê jî Tirkiye tê me bombe dike. Bi hinceta PKK’ê gel bombe dike lê PKK’ê li vir tune ye, me PKK’e li vir nedîtiye. Ji ber van êrişan milet ketiye nava tirsekê û em nizanin çi  bikin.”

Elî Osman Mistefa li ser êrişan û bombebaranên dagirkeran ên li ser Kurdistanê axivî û wiha got: “Ev herêmeke wiha ye ku bazirganiya zebzeyan lê tê kirin, cihekî ku ji bo çandiniyê baş e ji bo wê jî her kesê ku li vir dijî, karê çandiniyê dike. Ev dever ne herêmeke şer e yan jî cebheyek e, li vir milet dijî. Lê  dagirkeriya Tirk sînorên xwe derbas dike û tê me û baxên me bombebaran dike. 200 km sînorê Iraq derbas kiriye û êriş dike. Ev ax ne axa Tirkiyê ye û tu peywendiya xwe bi Tirkiyê re tune ye, welat ne welatê wan e. Mixabin tevî van êrişan kesekî ku bêje çima wisa dibe tune ye. Lê em wekî milet natirsin lê belê karker û gundî li ser axa xwe karên xwe dikin, ev êriş me reht dike. Em van êrişan şermezar dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin."

Elî di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywendîdar kir ku bibin xwedî helwest û wiha got: "Pêwîst e hikumeta herêmê û hikumeta Iraqê bibin xwedî helwest. Nabe ku Tirkiyê 200 km axa Kurdistan derbas bike û bombebaran bike. Hîç mafekî wê nîne, ne mafekî asayî ye û dijî qanûnên navdewletî ye. Li her çar aliyên Kurdistanê êriş dike û hesabê tu kesî nake. Em ji neteweya Kurd daxwaz dikin ku sînorekî ji Tirkiyê re deyînin.”

Di dawiyê de zarokê bi navê Muhemed Osman Mistefa axivî û wiha nerîn û hestên xwe anî ziman:” Ji biharê de em karê bexçeyên xwe dikin. Lê mixabin Tirkiye bi hinceta ku PKK’e li vir heye, me û axa me û baxên me bombebaran dike. Zerarê dide me û baxê me. Heger Tirkiye were şer bike, bila were şer bike, em amade ne. Lê em şer naxwazin.”