Şêniyên Mexmûrê şehîdên Fermana 73’an bibîr anî

Şêniyên Mexmûrê yên li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kom bûn, bi daxuyaniyekê qetlîama Şengalê şermezar kirin û şehîdên Fermana 73’an bibîr anî.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê qetlîama Şengalê şermizar kirin. 

Piştî deqeyek rêzgirtina di şexsê şehîdên Fermana 73’an a Şengalê ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin û şûnde Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok daxuyanî da.

Tok di şexsê Şehîd Mam Zekî de hemû şehîdên Şengalê bibîr anî û got: “Êz û azarên civaka Şengalê ne li ber çavê me ye û di guhê me de tê bihîstin.”

Tok bal kişand ser jan û êşên jin û dayikên Êzidî kişandî û wiha pêde çû: “Tişta ku bi serê civaka Şengalê, bi taybet jî jin û ciwanan hatî, hovîtiyek herî mezin bû. Bi hezaran jin û ciwan kuştin û di bazaran de firotin. Zarokên wan li ber çavên wan hatin qetil kirin. Bi dehan gorên komî ku bi hezaran kes hatin qetilkirin.”

Tok bîrî xist ku ev hovîtiya xedar li ber çavên dinyayê pêk anîn û kesekî jî dengê xwe nekir û got: “Ji ber ku destê hemû dewletan di van komkujiyan de hebû. Ji bo daxwaza ser çete Eddogan pêk bînin çavên xwe li van qirkirinan girtin.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok bal kişand ser berxwedana gerîla ya bi hewara civaka Êzidî çû got: “Zarokên vî gelî, tevgera azadiyê û gerîla bi hewara Şengal, Mexmûr, Hewlêr û Kerkûk ve çûn û ji fermanan û qirkirinan parastin. Tekane hêza ku gelê Kurd ji qirkirinan biparêze hêza wan bi xwe ye. Îro jî li her deverê welat qirkirin û şerê tinekirina fikra Rêber Apo heye. Lê me bi bîr û baweriyek herî xurt hêza xwe avakiriye û kesek nikare me tine bike.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.