Şeniyên Mexmûrê piştgirî dan Dag û Er

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Dag û Er ku beriya pênc salan ji aliyê PDK’Ê ve hatibûn girtin û niha jî di greva birçîbûnê de ne, daxuyanî dan û diyarkirin ku wê polîtîkayên çewisadinê ên PDK'ê ti car negihêje armancên xwe.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê girtina 2 ciwanên Kurd yên bi navê Mazlum Dag û Evdirehman Er ku beriya pênc salan hatibûn girtin û niha jî di greva birçîbûnê de ne, şermezarkirin. Bi kombûna şêniyên wargehê ya li avahiya Mala Gel daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî destpê bike deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî girtina Mazlum Dag û Evdirehman Er, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargehê Pakîstan Bîlen axaftinek kir.

'WÊ POLÎTÎKAYÊN ÇEWISANDINÊ ÊN PDK'Ê TI CAR NEGIHÊJIN ARMANCÊN XWE'

Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de nêzîkatiyên PDK’ê yên li beramberî Dag û Er şermezar kir û diyar kir ku ev polîtîkayên wan wê ti carî negihêjin aramanca xwe û got: “Wek tê zanîn ev her dû hevalên me ji 18’ê Gulanê heta roja îro ev 52 rojin di greva birçîbûnê de ne. Sedemê vê jî ji ber zext û zoriya ku li ser wan tê pêkanîn, wek li xwe kirina cilên yek reng û kiryarên xirab yên ku rojane li ser wan tên pêkanîn li beramberî van kiryaran dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Em dibêjin her dû hevalên me yên ku ev qas roj di nava vê berxwedaniyê de li ber xwe didin em vê berxwedana wan pîroz dibînin û em dibêjin wê bigihîjin armanca xwe. Her wiha em dibêjin wê ti carî dijminên me bi wê ve girêdayî PDK tişta ku dixwazin wê nikaribin li ser gelê Kurd bidin pêkanîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ’Bimire xiyanet’ bi dawî bû.