Şêniyên Mexmûrê: Li dijî dagirkeran yekîtiya neteweyî şert e

Şêniyên navçeya Mexmûrê diyar kirin ku divê li hemberî êrîşê dagirkeran hemû partî û aliyên siyasî yekîtiya xwe çêbikin û yekîtiya neteweyî ava bikin.

Welatiyên navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê nêrînên xwe yên derbarê êrîşên dagirkeran yên li ser Kurdistanê û helwesta partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ya li hemberî wê ji ANF’ê re diyar kirin. Welatiyan bal kişandin li ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

YEKRÊZIYA GELÊ KURD BINGEHA SERKETINÊ YE

Esnafê bi navê Abdulkadir Salih Mexmûrî bal kişande ser helwesta li hemberî êrîşên dagirkeran û wiha pêde çû: "Pêwîste Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yekrêz be, divê herêma Kurdistanê were parastin û divê her çar parçeyên Kurdistanê jî li ber çavan bên girtin. Divê her çar parçeyên Kurdistanê bên azadkirin, Başûrê Kurdistanê azad bûye, lê hîn beşek ji xaka wê hatiye dagirkirin. Ji bo azadbûna giştî û yekcarî pêwîstî bi yekrêziya gelê Kurd heye. Yekrêziya gelê Kurd bingehê serketinê ye. Gelê Kurd tenê dikare bi yekrêziyê serketinê bidest bixe. Bi alîgiriya tenê partiyekê Kurd nikare serketinê bidest bixe, divê gelê Kurd li dijî dijmên xwe hemû bibin yek. Ji bo dijmin kuştina Kurdan qezenc e. Lê ji bo me Kurd li ku derê serketinê bi dest bixe ew serketin a hemû Kurdan e."

'PÊWÎSTE KURD HER TIM HIŞYAR BE'

Mexmûrî di dewama axaftinên xwe de ragihand ku eger Kurd yek be wê bi ser bikevin û got: "Niha Kerkûk û Mexmûr hatine dagirkirin, li Şengalê jî hêzên Iraqê lê dimînin, divê ev der bên azadkirin. Ger Kurd hemû yek be, ev navçe wê hemû bên azadkirin. Tirkiye mafê wî nîne ku bê û operasyonan li Garê, Behdînan û Silêmaniyê yan jî li her çi cihekî din ê Kurdistanê bike. Pêwîste li van deveran gelê li wê derê berçav bên girtin û mafê wan bê parastin ku rojane balafir neyê li wan nede, neyên qetilkirin û wêrankirin. Divê ji bo azadiya Kurdistanê em bi hev re bibin alîkar. Pêwîste Kurd her tim hişyar be, yekrêz bin ku serketinê misoger bikin. Divê Kurd hişyar bibin û li beramberî dijmin her yek li cihê xwe xwedî berpirsyarî be. Serketin di yekrêziyê de ye, bi alîgiriya tenê li partiyekê em nikarin serketinê bi dest bixin. Ger em alîgir bin wê demê dijmin hîn zêdetir dikare ziyanê bigehîne me. Ji ber vê çendê yekrêzî bingehê serketinê ye."

Welatiyekî din ê bi navê Reşîd Rehman Silêman jî destnîşan kir ku dewleta Tirk her carê bi armanc û hincetekê êrîşên dagirkeriyê pêk tîne û wiha axaftinê xwe domand: "Dewleta Tirk her carê bi mebestekê êrîşên dagirkeriyê tîne li ser Kurdistanê, jin, ciwan û zarokên Kurd tên kuştin. Mixabin heta niha ti partiyên Herêmê nerazîbûnê nîşan nadin. Ez weke Kurdekê daxwaz dikim ku hemû Kurd yekrêz û yekdeng bin ku bikaribin li beramberî dijminê xwe rawestin. Niha partiyên li Kurdistanê di nava xwe de ne tifaq in. Dijmin ev yek ji bo xwe weke firsend dîtiye, êrîşên dagirkeriyê kiriye û heta xwe gehandiye nava bajaran."

'DIVÊ PARTIYÊN KURD LI HEV KOM BIBIN'

Silêman bal kişande ser dorpêça ku PDK’ê li ser wargeha Mexmûrê û wiha pêde çû: "Niha Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) rê nade ku xelkê kampa Mexmûrê bikeve bajarê Hewlerê, ne xwendekar û ne jî nexweş nikarin bikevin Hewlêrê. Niha ji ber rêgiriyê xwendina gelek xwendekaran di cih de ma. Ev hemû planên dijminan e, dijmin wiha dike ku navbera partiyan zêdetir xirab û nexweş bibe. Divê partiyên Kurd li hev kom bibin û di nava xwe de yekîtiyeke neteweyî çêbikin û piştevaniya hev bikin ku bikaribin xwe li hemberî her êrîşek a dijminên xwe biparêzin."

'ERKA MEZIN DIKEVE SER MILÊ PARTIYÊN DESTHILATDAR ÊN HERÊMA KURDISTANÊ'

Silêman bal kişande ser erk û berpirsiyartiyên partî û aliyên siyasî yên Kurd û ragihand: "Niha erkek mezin dikeve ser milê partiyên desthilat ên Herêma Kurdistanê, divê ji bo çêkirina yekrêziyê ew zêdetir hewl bidin û nîşanî cîhanê bidin ku Kurd bi hêz in, yekrêz in û yek parçe ne. Mixabin partiyên me bi xwe cudahiyê dixin nava xwe û ev jî bandorek zêde li ser Kurdistanê heye."

Silêman herî dawî wiha bang kir: "Ez wek Kurdekî dixwazim partiyên Kurd di nava xwe de yekrêzî û yekitiyeke neteweyî çêbikin. Niha divê em bi van derfetên ku li Başûrê Kurdistanê heye mînakeke xweşik nîşanî cîhanê bidin ku Kurdan yekrêziya xwe heye, Kurd dikare xwe birêve bibe û dikare sazî û çêkerên xwe rêxistin bike. Mixabin heta niha nekarîne bikin, em hêvîdarin ku bikaribin yekrêzî û yekitiyeke neteweyî çêbikin. Êdî bes e, bi ya dijminan kirinê re."