Şêniyên Mexmûrê: Heya azadiya Rêbertî em ê li qadan bin

Şêniyên wargeha Mexmûrê tecrîda ku di şexsê Îmraliyê de li ser gelê Kurd tê rêvebirin şermezar kirin û diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mayînde bikin wê bi hemû cureyên rêzeçalakiyan li qadan bin.”

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî tê rêvebirin. Ji 25’ê Adarê ve dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî ku di nîvî de hatibû qutkirin, bi ti awayî rê nehatiye dayin ku ne malbat û ne jî parêzerê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Li dijî vê tecrîdê li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat Kurdistanî bê navber di nav çalakiyan de ne. Yek ji qadên ku di nav çalakiyên berfireh de ne Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ye. Şêniyên wargehê di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

‘TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ TECRÎDA LI SER GELÊ KURD Û GELÊ WELATPARÊZ E’

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Seyfedîn Geverî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Tecrîda li ser Rêbertî tecrîda li ser gelê Kurd û gelê welatparêz e. Banga me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ev e ku li hember vê tecrîdê bisekinin, tecrîda li ser Rêbertî bişkênin. Em dixwazin Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî di nav xwe de bibînin.”

‘HEYA EM VÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN EM Ê BI HER AWAYÎ LI QADAN BIN’

Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos jî diyar kir ku ew ê bi ti awayî vê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya tê ferzkirin qebûl nekin û wiha pêde çû: “Ev çalakî bi armanca şermezarkirin û şikandina tecrîda li ser Rêbertî hatiye lidarxistin. Dijmin ewqas tengav bûye ku li ser Rêbertî tecrîdek girankiri disepîne. Ev tecrîda ku tê sepandin ji derveyî mirovatî û hiqûqê ye. Ji xwe girtin li milekî bimîne, tecrîdeke di nava tecrîdê de li ser Rêbertî didin ferzkirin. Em vê şermezar dikin. Her kesê ku bêje ez mirov im û xwedîwijdan be, divê li hemberî vê tecrîdê rabe. Em bi tu awayî vê tecrîdê qebûl nakin. Heya em vê tecrîdê bişkînin em ê bi her awayî li qadan bin.”

‘PROVOKASYON Û TECRÎDA TÊ FERZKIRIN WÊ WERE PÛÇKIRIN’

Her wiha Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Çîçek Cengîz jî destnîşan kir ku heya hebûna fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav xwe de dayîmî bikin ew ê rêzeçalakiyên xwe bidomînin û got: “Wek tê zanîn tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me heye. Armanca vê çalakiya me jî ji bo şermezarkirin û şikandina tecrîda li ser wî ye. Şermezarkirina cezayên qedexeyê yên ku li Rêbertî hatine birîn e. Em gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî di çarçoveya rêzeçalakiyan de ketine nava liv û tevgerê. Ji cezayê disîplînê bigire, ji por qutkirinê bigre, ji şewitandina darên li derdora girava Îmralî bigire, bi her cûre provokasyonên wiha dixwazin gelê Kurd çavtirsandî bikin û ji bo ku çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin sist bikin, politîkayên bi vî rengî bi rê ve dibin. Lê di encama helwesta gelê Kurd û hişyarbûna gelê Kurd ya ji bo Rêbertî, provokasyon û tecrîda tê ferzkirin wê were pûçkirin.

‘DIVÊ GELÊ KURD DEST JI RÊZEÇALAKIYÊN XWE BERNEDIN’

Li her çar parçeyên Kurdistanê  û li qadên Ewropa gelê  Kurd di nava çalakiyan de ne. Di dema li pêşiya me de wê di bin navê Meclîsa Îştar de gelê me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî wê bi awayek berfireh rêzeçalakî li dar bixin. Her wiha em soza girêdanbûna xwe ya bi şehîdan û Rêbertiya xwe re dubare tînin ziman. Li vir em endamên Koordinasyona Meclisa Îştar û wek xelkê Mexmûrê bang li raya giştî, qada navnetewî û bi taybetî gelê Kurd dikin û dibêjin ku pêwîst e di mijara tecrîda li ser Rêbertî de hişyarbûnek mezin çêbibe. Divê di ferqa vê rewşa heyî de bin. Heya ev tecrîd bi dawî dibe û heya ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dayîmî bikin, divê em wek gelê Kurd dest ji rêzeçalakiyên xwe bernedin.”

WÊ ÎRADEYA RÊBERÊ GELÊ KURD BI SER BIKEVE Û WÊ DAGIRKERÎ TÊK BIÇE

Endamek din a Koordînasyona Meclisa Îştarê Nûran Sezgîn jî da xuyakirin ku ev tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd e, di heman demê de li ser gelê Kurd bi xwe ye û wiha axivî: “Li ser Rêber Apo tecrîdek girankirî û derveyî hiquqê heye. Rêber Apo ne wek şexs, wek îradeya 60 milyon mirovan e, îradeya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Îradeya azadîxwazan e. Paradîgmaya Rêbertî ya civaka exlaqî û polîtîk, felsefeya Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê belav bûye. Li ser vî esasî ev desthilatdar ji bo ku ev paradîgma û felsefeya Rêbertî pêş nekeve tecrîdê li ser Rêbertî û gelê Kurd ferz dike. Lê divê baş bê zanîn ku îradeya Rêber Apo bûye îradeya bi milyonan, lewre wê îradeya Rêbertî bi ser bikeve û wê dagirker û hegemon têk biçin.”