Şêniyên Mexmûrê: Em ê ti carî fêrî dîlgirtina Rêber Apo nebin

Gelê Mexmûrê cezayê volta avêtinê ku di sala 2018’an de li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birin şermezar kir û got "Em gelê Kurd ti caran fêrî dîlgirtina Rêber Apo nabin."

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê cezayê volta avêtinê yê ku di sala 2018’an de li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birin li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê şermezar kir. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo bîranîna tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan ve hat dayîn.

Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser sîstema Îmraliyê û wiha got: "Em dizanin ku ev 23’ê sale sîstema Îmraliyê, sîstema biryardayîna qirkirina gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo de tê meşandin. Ev sîstema Îmraliyê bi destê hêzên desthilatdar ên global ên cîhanî û bi taybet bi nobetdariya dewleta faşîst a Tirk dixwazin di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd carek din qir bike. Berxwedana herî mezin Rêber Apo ev 23’ê sale di nava tecrîdek girankirî ya Îmraliyê de dike. Li ser vê yekê dewleta Tirk û hevkarên wê her roj bi rêbazên cuda cuda êşkence û tecrîdê li ser Rêbertî pêk tînin. Doh jî carek din em pê hesiyan ku di sala 2018’an de ji ber ku Rêber Apo di girtîgehê de meşiyaye, ji ber wê yekê sê mehan cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re lê hatibû birîn. Li ruxmê ku ev ji aliyê hemû cîhanê ve jî tê zanîn, kesên ku di zindanê de ji bo hinekî spor bike mafê meşê ango volta davêje heye, lê ev mafê meşanê jî ji destê Rêber Apo hatiye girtin. Li ruxmê ku ev cezayê voltayê yê ku li ser Rêbertî tê meşandin, di sala 2018’an de ji aliyê hêzên desthilatdar, hêzên qaşo parastina mafê mirovan di nava vê sîstemê de heye weke CPT, saziya mafê mirovan tê zanîn jî lê ev bû çar sal li hember vê hovîtiya dewleta Tirk a li ser Rêber Apo bêdengin. Em dizanin ku dîlgirtina Rêber Apo ya di zindana Îmraliyê de li gorî berjewendiyên hêzên desthilatdar û global yên siyasî û ticarî tên meşandin. Hêzên desthilatdar civakan, gelan û hemû nirxên gelan ji bo berjewendiyên xwe dike qurbanî."

Arzû herî dawî ve bang kir: "Em wek gelê Kurd ti caran fêrî dîlgirtina Rêber Apo nabin û em ê fêrî tecrîd û êşkenceya ku di kesayeta Rêber Apo de li ser gelê Kurd di meşînin jî nebin. Ji ber vê yekê jî wek wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî bang li hemû gelê Kurd dikin ku li hemberî vê neheqiya li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin bêdeng nemînin û têbikoşin."

Daxuyanî bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.