Şêniyên Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê, didomînin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda Îmraliyê, di roja 42’an de didomînin.

Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma nû di roja 42’an de didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Cîgirê Hevserokê Dîwana Meclisê ya Mexmûrê Rûbar Spêndarokî axivî.

Rûbar Spêndarok di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev zêdeyî du salane tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê meşandin. Ev tecrîd di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî gelê Kurd ê aştîxwaz tê pêkanîn. Ne gelê Kurd û ne jî gelên Rojhilata Navîn nikarin bêyî Serokatî, ne azad bibin û ne jî bijîn. Em bang li gelê Bakûrê Kurdistanê dikin ku mil bidin milê Rêbertî û gerîla, Kurdistan ne tenê ya gerîlayan e ya her ferdekî ku ji bo azadiyê dimeşe ye.”

Koma nû bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” çalakî dewr girt.