Şêniyên Hewlêrê ji ber nebûna avê daketin kolanan

Şêniyên taxa Badawe ya bajarê Hewlêrê ji ber nebûna avê dakete qadan. Asayîşa Hewlêrê jî êriş bir ser girseyê û hewl da bi zorê ji hev belav bike.

Şêniyên taxa Badawe ya bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna ava vexwarinê îro sibehê daketin kolanan û cadeya 100 metrî ya bajarê Hewlêrê li trafîkê re daxistin. Asayîşa PDK’ê dest li girseyê werda û hewl didin bi zorê û bi hêceta ku destê partiyan li pişt vê xwepêşandanê ye girseya nerazî belav bike.

Şêniyên taxê dibêjin ku ew ji ber bê aviyê daketine kolanan, lê hêzên girêdayî PDK’ê zextê dikin û dibêjin, “hûn girêdayî hêzeke siyasî ne”. Di heman demê de işaret bi vê jî dikin ku hêzên asayîşê hin kesên bi cilê sivîl xistine nava xwepêşandêran ku alozî û provakasyonê çêbikin û ber û armanca xwepêşandanê berevajî bikin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku her salê li Hewlêrê taxên ku niştecihên wan hejarin bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimînin. Wisa bûye ku îsal nirxê tankereke avê gihîştiye 100 hezar dînarê Iraqê.

Pirsigirêka avê ya li Hewlêrê di demekê de ye ku berpirsên PDK’ê bangewaziya ku wê Hewlêrê bikin Dûbaî dikin; lê heya niha nekarîne pirsgirêka ava wexwarinê ya welatiyan çareser bikin.