Şêniyên Ereb ên Şengalê: Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê li ser piyan bin

Şêniyên Ereb ên gundewarên Şengalê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Em daxwaza azadiya rêberê xwe dikin. Heta rêberê me rizgar nebe em ê li ser piyan bin."

Şêniyên ji pêkhateyên Ereb ên li Şengalê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

Fatma Mustefa diyar kir ku demeke dirêj e ew nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin û got, "Vê tecrîda giran a li ser Serokê xwe bi tundî şermezar dikin û em dibêjin wê ti carî dewleta Tirk nedome. Em ê dawî li zilma wan bînin."

Fatma Mustefa got, "Çawa ku Rêber Apo li me jinan xwedî derket em ê jî bi hemû hêz û îradeya xwe li pişt rêberê xwe bin" û wiha dewam kir: "Em bang li her kesê xêrxwaz û saziyê navneteweyî dikin ku bi zûtirîn demê rê bidin malbat û parêzerê rêbertî serdan bikin û agahiyeke xêrê ji me re bînin. Her wiha em dixwazin ku serok bi fizîkî jî azad bibe û  di nav me de û bi me re be."

Fatma Muxlif a ji gundê Bîrcarî jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Serokê me em fêrî her tiştî kir. Fêrî azadiyê kir û ji koletî û desthilatdariya mêr rizgar kir. Em bi hêvî ne ku serokê me di demeke herî kin de azad bibe."

Fatma Muxlif têkildarî bandora fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser herêmê axivî û diyar kir ku ew bi saya vî fikrî xwe bi rê ve dibin.

Ji serokeşîrên pêkhateya Ereb a li Şengalê Ebû Segir jî destnîşan kir ku dewleta Tirk karê li dijî mirovahiyê dike û got, "Demeke pir dirêj e rê nade ku parêzer û malbata Rêberê me wî bibînin. Em ji vê rewşê bi guman in."

Ebû Segir bang li her kesên azadîxwaz û xwedî wijdan kir ku li ber van kiryarên dewleta Tirk rabin û got, "Em bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar dikin. Heta ku agahiyekê ji serokê xwe wernegirin em ê ranewestin. Çawa ku ew zextê li me dikin û nahêlin em agahiyê ji serokê xwe werbigirin, em ê jî zextê li wan bikin heta ku agahiyê werbigirin."

Ebû Segir herî dawî bal kişand ser koordînasyona nava partî û aliyên siyasî yên li Şengalê û got, "Karekî bi vî rengî pîroz dikare pêşî li gelek tiştên baş veke. Bi taybetî lihevkirina navbera Ereb û Êzidiyan, jiyana bi hev re xaleke pir girîng bû. Her wiha ev tifaq dikare zextê li dewleta Tirk jî bike heta ku agahiyê ji serok werbigirin."

Ebû Segir di dawiya axaftina xwe de got, "Em weke gelê Ereb ê li herêmê daxwaza azadiya Serok Apo dikin û bi hêvî ne ku di demeke zûtirîn de azad bibe û li nava me vegere."