Şêniyên Alîpaşa: Wezîr derewan dike; em ê ji malên xwe dernekevin

Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê, ku TOKÎ xaniyên wan xera dike gotin, Wezîr Mehmet Ozhasekî ku hate Amedê û îdîa kir ku wê mirovên xaniyên wan xera bûne mexdûr nebin, derewan dike.

Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Mehmet Ozhasekî, ji bo xebatên piştî hilweşandina xaniyên welatiyan li cih bibîne hate navçeya Sûrê û gotibû, "Li taxên Alîşapa û Lalebeyê, dozên îstimlaqê hebûn ku bi salan dewam dikirin. Ew qediyan. Em hewl didin bidin valakirin. Piştî valakirinê em ê dîsa çêbikin. Me bi şêniyên ji wê derê hatin re sohbet kirin. Yê bixwaze dikare pereyê xwe bigire û biçe, yê pere naxwaze jî dikare serî li dadgehê bide û wê mirovên pispor bên. Eger buhayê axê, buhayê xaniyên bên xerakirin zêde dibe, em ê wê jî bidin. Lê belê beşek ji welatiyên me yên li wê derê, ji xaniyên tên çêkirin dixwazin. Tercîha destpêkê ya wan e. Em ê bînin asteke ku karibin bi hêsanî bidin û weke tercîha destpêkê pêşkêşî wan bikin. Em dixwazin mirov li wir bijîn. Em hewl didin bikin ku ew tax bibin taxên lê bêne jiyîn."

'DOZ DEWAM DIKE; HURMETÊ NÎŞANÎ QANÛNÊN XWE JÎ NADIN'

Ji şêniyên taxa Alîpaşayê Hamdî Keskîn diyar kir, gotina 'dozên îstîmlaqê qediyan' a Wezîr Ozhasekî derew e û anî ziman, doz hê jî dewam dike. Keskîn ragihand, di vê pêvajoya darizandinê de ku hê jî dewam dike, hewl tê dayin xaniyên wan bên xerakirin û wiha dewam kir, "Dema rûniştinê 5'ê Îlonê ye. Kîjan doz qediya ye? Hê mehkeme dewam dike, lê xaniyên me xera dikin. Li gorî qanûnên xwe bi xwe jî tevnagerin. Eger ew hurmetê nîşanî qanûnên xwe nadin, bila ne li bendê bin ku em jî hurmetê nîşan bidin. Ji xwe em karekî li derveyî qanûnan nakin. Me li dijî biryara îstimlaqê doz vekir."

Keskîn da zanîn, TOKÎ'yê di sala 2009'an de buhayekî ji 50 hezar lîreyî ji bo xaniyê wan destnîşan kiriye û got, "Îro jî heman buhayê 8 sal berê ji bo xaniyê min nîşan didin. Ez wî pereyî qebûl nakim. Ez dixwazim li mala xwe bijîm."

'EM Ê NE PEREYÊ WAN BIGIRIN, NE JÎ JI VAN DEVERAN DERKEVIN'

Ji şêniyên taxê Remziye Kayik jî diyar kir, tiştên Wezîr Ozhasekî ji bo taxên Alîpaşa û Lalebeyê gotiye rast nîne û got, "Madem dixwazin ew ê mexdûr nekin, wê çaxê bila xaniyekî li taxa min bide min." Kayik ragihand, ji bo xaniyê wan ê ku biryara hilweşandinê girtine 30 hezar lîre pere şandine bankayê û wiha dewam kir, "Mebesta wan a ji gotina 'me pereyê wan dayê' ev e. Bi vî pereyî, pînekek jî nikare were çêkirin. Xaniyê min ji 2 qatan pêk tê. Li binê wê dikan heye. Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê îdîa dike ku xaniyê me ji kerpîçê ye. Qatê jêrê ji kevirê bazaltê hatiye çêkirin, qatê jor jî ji tûxla. Yanî ne ji kerpîçê ye. Derewan dikin. Dixwazin min tevî 8 zarokên min bavêjin derve. Em ê ne pereyê wan bigirin, ne jî ji vir biçin."

'EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EM Ê KON VEDIN, LI WIR BIJÎN'

Yek ji şêniyên taxa Alîpaşayê Faysal Çîftçî jî destnîşan kir, hem Wezîr, hem jî Serokwezîr ên gotin ku wê wan mexdûr nekin, ne rast in. Çîftçî diyar kir, bi gotinên li ser dayina kirêya 6 mehan û mesrefa barkirinê, walî henekê xwe bi wan dike û got, "Bila bên bibînin. Ku gelê em mexdûr bûne yan nebûne. Me doz vekir, doza me dewam dike. Tevî vê yekê jî dibêjin 'em ê xera bikin'. Di rewşeke ku hê doz dewam dike de, hûn çawa dikarin xera bikin? Bi sedan malbat mexdûr in. Em ê ji xaniyên xwe, ji Sûrê dernekevin. Eger wê bi zorê me derxînin, wê çaxê em ê li ser xirbeyê xaniyê xwe kon vedin û bi malbata xwe re bimînin."