Şêniyên Şengalê li dijî gefa li ser Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Xelkê Şengalê li dijî gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. Di çalakiyê de hate ragihandin ku gefên li ser Abdullah Ocalan gefên li dijî tevahiya mirovahiyê ye.
Xelkê Şengalê li dijî gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. Di çalakiyê de hate ragihandin ku gefên li ser Abdullah Ocalan gefên li dijî tevahiya mirovahiyê ye.
Xelkê Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.
Girseya gel ku ji pêkhateyên Şengalê hemûyan pêk dihat, li ber avahiya Şaredariya Sinûnê li hev kom bû û dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Ocalan hatin hildan û bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ hatin berz kirin. Meş heta çarrêya Mam Zekî dewam kir û piştre daxuyaniyek hate dayin.
Di serî de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen axivî û diya kir ku ew wek civaka Êzidî derbasî 9. salvegera fermanê dibin û wiha axivî; “Gelê me bi saya fikrê Rêber Apo îro li ser axa xwe jiyan dike û gihiştiye vê astê. Bi saya Rêber Ocalan civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar bû, lazime em jî vê ji bîr nekin û heya dawî li rêbertî xwedî derkevin.”
Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Rîham Hiço jî di serî de gef û tecrîda li Îmraliyê şermezarakir û got: “Ev zêdetirî dû salin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, ev gumanan çêdike. Herî dawî hate zanîn ku liser rêbertî xeterî heye û gefa jehrkirinê li wî têkirin. Divê kes vê qebûl neke û hemû mirovahî li Rêber Apo xwedî derkevin.”
Berdevka Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê Sara Botan jî axivî û diyar kir ku ew wek ciwanên Êzidî gefên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tu awayî qebûl nakin. Sara Botan got, "Îro dema şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan e û ji bo azadiyê mezinkirina têkoşînê ye."