Şêniyên Îdirê xwedî li şaredariya xwe derkret, polîsên Tirk êriş kirin

Şêniyên Îdirê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariya HDP'î û destgîrkirina hevşaredaran daketin qadan, lê belê polîsên Tirk bi gazê êriş birin ser girseya gel.

Girseya gel li kolanên derdorê li hev civiya û xwest ber bi avahiya şaredariya Îdirê ve bimeşe. Lê belê polîsên Tirk êriş birin ser wan.

Polîsan ji nêz ve gaza îsotê berda nava girgseyê û li Alîkarê Hevşaredar Halîs Guney xistin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk,serê sibehê Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Havşedarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz, Hevşaredarê Misriê Baran Akgul, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş û Hevşaredarê bajarokê Altinova yê navçeya Têlî ya Mûşê Casim Bûdak ji wezîfeyê dûr xistibû û qeyûm li şûna wan bi cih kiribû.

HDP'ê 3 jê bajarên mezin û 65 şaredarî bi dest xistibû, lê 45 ji wan hatin desteserkirin, 6 şaredarî jî bi hinceta ku şaredar bi biryarnameyan ji wezîfeyê hatine dûrxistin, mazbataya wan nedan wan.