Şêniyê Mexmûrê Spêrtî: Divê em xwedî li xaka Başûr derkevin

"Çi ferq di navbera Bakur û Başûr de nîne, em hemû xwîşk û birayên hev dû ne. Pêwîste em xwedî li xaka Başûr derbikevin. Di felsefeya Rêber Apo de tu ferq û cûdahî di navbera Kurdan de nîne û hemû yek in."

Her ku diçe li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk zêde dibe. Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di naverasta meha Adara 2020’an de, hêzekî leşkerî li Zînî Wertê bi cih kir ku bû sedema aloziyên mezin.Welatiyê Mexmûrê Evdila Spêrtî têkildarî aloziya Zînî Wertê û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybetî êrîşên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)axivî.

Sala 2014'an dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîşê Mexmûr û Başûrê Kurdistanê kir, helwestê we çi bû û hûn şahidê kîjan bûyeran bûn?

Ev 26 sal in ku ez li Wargeha Mexmûrê me. Sala 2014’an dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê Wargeha Mexmûrê kir, ez bi xwe di nava wî şerî de bûm. Dema ku êrîş pêk hat çawa ku li Şengalê pêşmergeyan berdan û revîn, Mexmûr jî vala kirin û çûn. Wê demê Mexmûr di bin parastina PDK’ê de bû. Dema ku me agahî girt DAÎŞ êrîş kiriye, wê demê tevahî gundên derdorê cihê xwe berdabûn û tenê Mexmûr mabû. Di destê me de jî ti derfeteke weke çek nebû ku em li beramberê DAÎŞ’ê şer bikin. Jiber wê em neçar man me tevahî gel ji Mexmûrê derxist. Dema ku me wargeh berda û em çûn Hewlêrê. Li wê derê komek ji gerîlayên Tevgera Azadiyê ku li ser daxwazên hikumeta herêmê ji bo pêşî li êrîşên DAIŞ’ê were girtin û gelê Mexmûrê biparêzin hatin Hewlêrê û gotin ku pêwîste hûn vegerin Mexmûrê. Ji ber ku eger hûn Mexmûrê berdin wê Hewlêr jî bikeve destê çeteyên DAÎŞ’ê. Piştre em vegeriyan Mexmûrê. Dema ku em vegeriyan, pêşmerge jî li pey me hatin û me şer kir heta me Mexmûr rizgar kir. Piştî me rizgar kir Mesûd Barzanî bi şandeya xwe ve hat û sipasiya Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê û gelê Wargeha Mexmûrê kir û got çi pêwistiyê PKK’ê hebe em ji bo pêk anîna wê amadene. Lê em niha mêze dikin dibêje PKK’e li Başûrê Kurdistanê nerewaye.

Di şerê DAÎŞ’ê de Mesûd Barzanî gotibû em birayê hevdune û spasî ji PKK’e û gelê Mexmûr kiribû. Lê niha ev nêzî 10’mehane ku ambargo daniye ser Mexmûrê. Li gorî we sedemê vê ambargoyê çiye?

Ev nêzî 10 meh in ambargo li ser Mexmûr heye. Çiqas hewildanên me ji bo rakirina ambargoyê hebin jî lê ji aliyê PDK’ê ve ti bersivek erênî nayê dayîn. Di nava me de zarok û pîrên nesax hene, her wiha yên rewşa wan giran jî hene, lê ji bo em wan bişînin nexweşxaneyê ji me re astengiyan çêdikin. Ji ber van astengiyan her ku diçe rewşa me xirab dibe. Em nizanin çima ambargo danîne. Em penaber in, ev 26 sal in ku ji ber zilma dewleta Tirk em neçar man ji Bakurê Kurdistanê werin Wargeha Mexmûr. Em nizanin ka malbata Barzanî çi ji me dixwazin. Gelê Bakur şoreşa Mele Mistefa xwedî kir, em niha li nêzikatiyên wan ên li hemberî me mêze dikin, rastî jî ev ambargo nayê qebûl kirin.

Demek dirêje ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Wargeha Mexmûrê berdewam in. Lê helwesteke PDK’ê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk nîne, berevajî alikariyê didin dewleta Tirk. Hûn vê yekê çawa dibînin?

Niha 10’an zêdetir qereqolên dewleta Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê de hene, ev yek jî metirsiyek mezin ji bo me çêdike. Kengî dewleta hov bixwaze, êrîşê Mexmûr dike. Berî 10 rojan careke din dewleta Tirk li ser me êrîş pêk anî. Di wê êrîşê de 3 welatiyên me şehîd bûn. Ev ne cara yekem e, ji ber ku dehan car êrîş kirine. Ne tenê li ser Mexmûr, li cihê ku di bin kontrola PDK’ê de jî dewleta faşîst êrîşê welatiyên Başûr dikin û bi dehan şehîd çêbûne. Lê heta niha jî PDK’ê derbarê van êrîşan de tu helwest nîşan nedaye. Ne tenê bêdeng maye her wiha gel sûcdar kiriye. Tevgera dezgehên îstîxbaratî yên Tirkan di nava Başûr de zêde bûye. Ger dewleta faşîst cesaretê ji PDK’ê negire ew ê nekare welatiyên Başûr bikûje.

Piştî dewleta Tirk êrîşê Mexmûr û Zînî Wertê kirî, Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da û got ku PKK hêzekê ne rewaye û ev êrîş rewa nîşan da. Hûn vê daxûyaniyê çawa dinirxînin û armanc çiye?

Ez vekirî dibêjim eger PKK çiyayê Kurdistanê ne parastibûya, wê niha giştî xaka Başûrê Kurdistanê di destê dijmin de bibûya û wê navek wek çiyayê Kurdistanê nemaba. Di gotinên wan de diyare çi şexsiyet in, dibêjin em ji bo nexweşiyê çûne serê van çiyayan, ev ne tiştekê raste. Ew çûye qereqolan ji bo dewleta Tirk ava dike. Ji bo îstîxbaratê bide Tirkan û bi wê rengî her roj gelê Kurd bide kuştin. Niha PKK’ê çi li we kiriye. PKK’e tenê we diparêze, çiyayên Kurdistanê, gelê Kurdistanê diparêze. Eger em niha pêşî li dijmin negirin pêşî li îxanetê negirin, em ê nekarin serbikevin. Em niha bêjin ku PKK ji çiya çû, wê çawa van çiyayan biparêzî. Tû yê çawa me ango gelê Mexmûrê biparêzî, parastina te ji bo çiye. Ti heqê kesekê nîne bêje PKK’ê ji xaka Başûr derbikeve. Niha dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bi rêya PDK’ê dagir kiriye. Dewleta Tirk bi tang û topên xwe ve di nava Başûr de dimîne, PDK’e jî çavê xwe ji vê yekê re digire.

Li hemberî pirsgirêkên ku niha li Başûrê Kurdistanê rû didin banga we ji bo gelê Kurd çiye?

Eger em Kurd hemî xwedî li hevdû dernekevin, em ê nekarin serbikevin. Pêwîste em li dijî vê faşîzmê, qraliyet û zilmê serî hildin. Dema ku me serî hilda em ê azadiyê jî bibînin. Çi ferqa di navbera Bakur û Başûr de nîne, em hemû xwîşk û birayên hev dû ne. Pêwîste em xwedî li xaka Başûr derbikevin. Di felsefeya Rêber Apo de tu ferq û cûdahî di navbera Kurdan de nîne û hemû yek in. Em wek gelê Kurd gelê Mexmûr li kû derê zilm û zordarî çêbibe em ê li dijî wê şerbikin.