Şengalî bi meşeke girseyî li dijî tecrîdê meşiyan

Xelkê Şengalê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Xelkê Şengalê bi meşeke girseyî tecrîda li îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê domandin şermezar kirin. Meşa bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ), ji navenda Şengalê heta dewra Yermûk domiya. Di meşê de wêne û pankartên Ocalan hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Girseya ku gihiştî qada Yermûkê li vê derê daxuyaniyek da û tecrîd şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de di şexsê hevalên ku cenga Heftanînê de bi rûhekî fedayî berxwedan û gihîştin merheleya şahadetê em bibîr tînin û soza mezinkirina têkoşîna wan dubare dikin .

Ev demeke dirêj e ku ji Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo agahiyek nayê girtin û tecrîda girankirî bi pêngavekê nû ve mezintir û dijwartir bûye. Di şexsê Rêber Apo de îro li çar parçeyên Kûrdistanê û Herêmên Parastina Medya erîşekê giştî tê meşandin . Di van êrîşan de weke ku qanûnek, nîzamek nîne her wiha bi êrîşekê bêexlaq re dixwazin nîrxê civakê giştî binpê bikin. Di serî de ev êrîş li ser jin û ciwanan tê kirin. Sedema vê jî ji ber yên ku di çeperên pêş de pêşengtî ji civaka xwe re dikin û yên ku xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo derdikevin jin û ciwan in . Berxwedaniya herî mezin îro Rêber Apo li zîndana Îmralî, li beramberî tecrîdê nîşan dide ku cihekî ku tu kes nikarê behn bigire Rêber Apo guhertiya cihê têkoşînê û her çiqas di mile fizîkî de hatibe girtin jî , bi fikir û felsefêya xwe ji hemû cihanê re Rêbertiya jiyana azad û wek hev dike.

Yê ku di fermane de jin û zarokên me ji destê DAÎŞ’ê xilas kir ev fikir bû, yê ku em ciwan xist xwedî îrade û xwedî hêz ev fikir bû û yê ku hişt ku îro jinên Êzidî li cîhane giştî bi têkoşîna xwe were naskirin heman fikir bû. Îro em jî şagirtê Rêber Apo ne, deyîndarê Rêberê xwe ne ku her êrîşekê ku tê meşandin beramberî xwe dibînin û di milê fizîkî de azadiya Rêber Apo wê bi têkoşîna ku em didin nîşandan re pêkan be.

Ji bo vê jî em jin û ciwanên Êzidxanê em ê her tim di nav lîv û tevgerandin debin. Em ê her tim fikrê ku em azad kirine ji bo gihîştandina vî fikrî bi kolan – kolan , mal bi mal bihevre tevbigerin û rabin serhildanê . Ev jî bi rêxistin û yekîtiya me ve wê pêk werê . Ji ber ku azadiya me bi azadiya Rêber Apo re giredayî ye û ji her demê behtir di vê dême de pêwîstiya me bi têkoşîne heye. Eger em yek roj jî li ber xwe nedin, ev tê wateya kolebûyînê, êsîrbûyîne û rê ji dagirkeriyê re vekirine.

Îro li Şengalê bi hevkariya PDK tişta ku faşîzma Tirk dixwaze pêk bîne dagirkerî ye. Dixwaze me bi fêrî bêrêbertî jiyînê , Rêber Apo ji rojeva me derbixîne bi vê re tişta ku dixe hedefa xwe heger jiyanek bê Rêber Apo hebe ev tê wateya dagirkeriyê, ev tê wateya bêhezbûn , bêîradebûyîn û jiyaneke ku em bibin êsîrên wen. Ji ber ku jin û ciwanên Şengalê bi xêra fikir û felsefeya Rêber Apo Şengal xistine warê berxwedanê û warê têkoşîne îro êrîşên xwe zêdetir dike. Lê belê em jî îro li ser piyana û dibêjin heger jiyanek wê hebe , ev encaq bi azadî re wê hebe, ne dagirkirina dijmin , sîya dijmin jî em li ser xaka xwe qebûl nakin û Rêbere me xeta me ya sor e .Her wiha em deyîndarê şagirtê Rêber Apo ne ku li ser vê xakê xwîn rijandin û bi qehremantiyekê mezin ve xwedî xaka zerîn Şengalê derketin û em ji qirkirinê xilas kirin . Pêwistiya vê civakê îro bi jin û ciwanên ku xwedî hêz û xwedî îrade heye û em amadene ku heger xwîn jî bê , em xwîn bidin . Jiber ku em gihîştina zanebûne û parastine. Beramberî hemû teknîka wen em xwedî îradene û ji bo her tiştî amadene. Rêberê ku em ji tunebûyîne ber bi hebûne ve bir û îro em bûne xwedî hêz em ê her tim xwe deyîndar bibînin û li ser vê şopê bimeşin.

Li ser van esasen em di serî de bang li jin û ciwanên Şengalê û Êzidiyên me yên derveyî Şengalê dikin ku ev tecrîd li ser me hemûyane, ev tecrîd tê wateya tunebûyîna me û qirkirina me . Dem dema bihevre serhildanê ye, dem dema têkoşîn , rexistin û hêza xwe mezinkirin û xwedî li Rêberê xwe derketinê ye . Bi azadiya Rêber Apo re wê serkeftinekê mayînde pêk were û em dibejin werin em bihevre rabin serhildanê , werin em bihevre bigihîşîn Rêbere xwe.”