Şengalî 10 roj in li pêşiya asayîşa xwe ne

Konê piştevaniyê, 10 roj in li pêşiya Asayîşa Êzidxanê vedayî ye. Çalakî bi koma ciwanan dewam dike.

Li dijî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, xelkê herêmê xwedî li saziyên xwe yên rêveberî û xweparastinê derdikevin.

Yek ji van çalakiyên xwedîderketinê di 2'ê Kanûna 2020'î de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Êzidxanê dest pê kiribû.

Çalakî 10 rojin dewam dike. Çalakiya ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in, asayîşa me rûmeta me ye" dest pê kir her roj ji aliyê komekê ve tê meşandin. Çalakgerên îro jî komeke ji ciwanên Şengalê ye.