Şemzînan: Artêşa Tirk neçar ma bireve

Ji Konseya Leşkerî ya HPG'ê Têkoşer Şemzînan, hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Xakurkê nirxand û got, ji ber çalakiyên xurt ên gerîla, artêşa Tirk neçar ma xwe vekişîne.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Têkoşer Şemzînan, hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 14'ê Kanûnê li dijî herêm Xakurkê da destpêkirin, ji ANF'ê re nirxand.

Şemzînan got, "Hêzên herêmî yên di nava krîza Rojhilata Navîn de digevgizin, ji bo parastina berjewendiyên xwe yên rojane dikevin nava liv û tevgerê. rewşa li Tirkiyeyê jî di vê çarçoveyê de ye. Operasyona li dijî Xakurkê, ne operasyoneke nû ye. Tevî ku siyaseta serdemekê ye, her wiha pêwendiya xwe bi dijminatiya li Kurdan a dîrokî heye."

BI BALAFIRAN ÊRÎŞÎ GIREKÎ VALA KIRIN

Li ser armanca operasyonê Şemzînan got, "Artêşa Tirk ji bo pêşî li çalakiyên li dijî qereqolên li Şemzînan û Gerdî bigire, dixwaze xeteke parastinê li pêş deyne. Bi bicihbûna li qadên Bermize, Kanîreş, Deşta Heyatê, Girê Koordîne û Girê Sîro xwest vê bike." Şemzînan destnîşan ikr ku ev hewldan bi temamî li bin ket.

Şemzînan da xuyakirin ku artêşa Tirk dibe ku êrîşî herêma Xakurkê bike û got, "Li cihê lê ne dibe ku baregeheke mayinde ava bikin û êrîşî Xakurkê bikin. Me li dijî vê yekê tedbîrên xwe girtine. Operasyona li Xakurkê operasyoneke hêsan nîne. TC jî bi vê zane."

Şemzînan di dewama axaftina xwe de got, "Mînak; dema ku xwe gihandin girên Bermize û Sîro bi balafiran gelekî keşf kiribûn. Ew der cihên baregehên mayinde yên gerîla nînin. Dema ku operasyon kirin jî gelek caran bi balafiran êrîşî herêma vala kirin. Piştre bi Kobrayan lê dan. Piştî vê bomberdûmanê karîbûn leşkerên xwe deynin herêmê."

Şemzînan destnîşan kir ku gerîla li ser her girekî Xakurkê hene û got, ew li dijî êrîşan di pozîsyona berxwedanê de ne û eger hewldanên dagirkeriyê bên zêdekirin wê berxwedanê mezintir bikin.

'DEV JI GIRÊ SÎRO BERDAN Û REVIYAN'

Şemzînan got, "Dibêjin, dibe ku şevekê em ji nişka ve bên. Eger bên, em ê wan baş pêşwazî bikin" û axaftina xwe bi van gotinan dewam kir: "Herêm zivistanê herêmeke tehlûke ye. Em dikarin lê bijîn. Lê belê yekîneyên artêşê nikarin bijîn. Çiyayên Xakurkê naşibin çiyayekî din. Gelekî zehmet e ku leşkeran li qadên gerîla yên li Xakurkê deynin. Mayin û jiyana li van herêman gelekî zehmet e. Ji ber vê yekê, piştî çalakiyên bi bandor ên hêzên me, neçar man dest ji Girê Sîro û Bermize berdin û biçin."

PLANA VEKIRINA DERIYÊ SÎNOR

Têkoşer Şemzînan di dewama axaftina xwe de ragihand ku yek ji armancên hewldanên dagirkeriyê, vekirina deriyekî sînor li Şemzînanê bû û got, "Li Adilbegê, di navbera gundên Hope û Rîzeyê deriyekî sînor vekirin. Niha jî dixwazin li geliyê Çemê Hecîbeyê deriyekî gumrukê vekin. Bi vê yekê re dixwazin bazirganiya sînor qels bikin, çavkaniya debarê ya gundiyên li ser sînor ji destê wan bigirin."

'ÊRÎŞ ZERARÊ DIDE GEL'

Şemzînan da xuyakirin ku artêşa Tirk ev meheke bi teknîka zêde û balafirên şer êrîş dike û got, "Bi sedan carî balafirên şer êrîşî Xakurkê kirin û hê jî êrîş dikin. Di van êrîşan de kêm caran li herêmên nêzî me dixin. Bi giranî li zozan, çêrgeh û qadên ku şêniyên herêmê pincar lê didin hev, dixin. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin."

'DIXWAZE ŞER LI DERVEYÎ SÎNOR BIKE'

Şemzînan işaret bi karakterê dagirker û kujer ê artêşa Tirk kir û got, "Taybetmendiyeke bi vî rengî ya artêşa Tirk heye; li cihê ku dagir dike, hewl dide xwe mayinde bike û bi rengekî defakto dagirkeriya xwe meşrû bike. Rewşa li Başîka, Kanîmasî û Bamernî jî wiha ye. Ji bo çend salan hatin van herêman, lê xwe mayinde kirin."

Şemzînan diyar kir, artêşa Tirk a dagirker dixwaze şer li derveyî sînor bidomîne û got, "Ji bo vê jî derketiye derveyî sînor û bi cih dibe. Li cihê ku nikare vê bike, dîwarên ji beton lêdike, mîna li ser sînorê Rojava û herêma Serhedê."

'ROLA PDK'Ê YA DI DAGIRKERIYÊ DE'

Fermandar Şemzînan bal kişand ser rola PDK'ê ya di vê hewldana dagirkeriyê de kir û got, "Yê ku destûra dagirkeriyê dide artêşa Tirk PDK ye. Di nava gel de propagandayê dikin û dibêjin ku hikumeta navendî destûra vê dagirkeriyê daye. Lê belê ev ne rast e. Herêma sînor a ku ne di destê rêveberiya Ebadî de ye, rêveberiya navendî nikare kontrol bike bê kî lê ye. Di hin dîmenan de hat ragihandin ku sînor teslîmî Iraqê hatiye kirin. Bi navê 'Parazvanên Sînorê Iraqê' yekîne hatin avakirin. Lê belê ev yekîne hemû PDK'yî ne. Di nava van yekîneyan de Erebekî bi tenê nîne. Kontrola li ser sînorê Başûr di destê PDK'ê de ye. Ji vê dagirkeriyê jî PDK berpirsyar e."

'EM Ê BAŞÛR TIMÎ BIPARÊZIN'

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Têkoşer Şemzînan di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê Başûrê Kurdistanê timî biparêzin. Ji xwe gelê Başûr jî ji vê siyaseta şaş aciz e. Têkiliya me bi rûspiyên herêma Bradostê re heye. Ew jî vê siyaseta şaş a PDK'ê rexne dikin. Gelê Başûr vê fêhm dike û di raperîna dema dawî de para vê yekê jî heye."