Şêlandina di navbera Gulşen Orhan, MUSÎAD û AKP’ê de

Gulşen Orhan a ku serşêwirmenda Serokkomarê AKP’yî Erdogan e îhaleyên li Wanê dide xizmên xwe Samî Orhan. Samî Orhan herî dawîn bi fermana Gulşen Orhan îhaleyeke 4 milyon û 700 hezar lîra stend.

Li Wanê AKP’yî xebatên nelirêtiyê bênavber didomînin. Tê diyarkirin di demên pêş de wê AKP di hilbijartinên giştî de têk biçe û ji ber vê beriya ku biçin hemû erd, park û daristanan difiroşin.

SERŞÊWIRMENDA ERDOGAN ÇERXA NELIRÊTIYÊ BI RÊ VE DIBE

Li Wanê Serşêwirmenda Serokkomarê AKP’yî Gulşen Orhan vê çerxa nelirêtiyê didomîne. Orhan jî şirîka Samî Orhan Înşaat A.Ş.yê ye. Îsmaîl Say ê ku şaredariya Artemêtê desteser kiribû jî para xwe werdigire.

KESÊN NE ENDAMÊN MUSÎADÊ BIN NIKARIN JI ŞAREDARIYA ARTEMÊTÊ KAR BISTÎNIN

Gulşen Orhan, xizmê wê Samî Orhan û Îsmaîl Say ê ku şaredariya Artemêtê desteser kiribû di Komeleya Musîadê ya Wanê de dixebitin. Ji xeynî endamên vê komeleyê tu kes nikare karekî werbigire. Kesên ji bo kar û îhaleyê tên ba Say jî, Say ji wan re dibêje ‘Biçin bibin endamê komeleya me.”

ÎHALEYAN DIDIN SAMÎ ORHAN

Di îlanên îhaleyan de tê diyarkirin wê îhaleya vekirî were kirin lê îhale bi bazariya vekirî tê kirin. Divê herî kêm 3 şîrket dosyeyê bidin lê bi tenê bi dosyeyekê îhale tên stendin.

Di meha Gulanê de şaredariya Artemêtê ji bo çêkirina rê û peyarê û asfaltê îhaleyek îlan kir. Divê herî kêm 3 şîrket têketina îhaleyê lê bi tenê dosyeya Samî Orhan ê AKP’yî hate qebûlkirin û îhale bi bazariya vekirî hate pêşkêşkirin. Îhale bi 4 milyon û 710 hezar lîrayî dan Samî Orhan û careke din malbata Orhan qezenceke mezin a bêyî ked bi dest xist û malên raya giştî pêşkêşî wan hate kirin.