'Şehîdên meha Gulanê bi bedena xwe meşaleya azadiyê vêxistin'

Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîdên 18'ê Gulanê bi bîr anîn û diya rkirin, şehîdên meha Gulanê xwe ji bo azadiya gelên bindest feda kirine. Gerîlayan gotin, "Şehîdên meha Gulanê bi bedena xwe meşaleya azadiyê vêxistine."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya şehîdên 18'ê Gulanê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, şehîdên meha Gulanê ku kadroyên pêşeng ên têkoşînê ne ji bo têkoşîna heyî paradîgmayek destnîşan kirine.

Gerîlaya YJA Starê Axîn Zana anî ziman, gelek hevrêyên wan ên bi fedayîtî pêşengî ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re kirin, di nava meha Gulanê de şehîd bûne û got, "Şehîd Mizgîn, Mehmet Karasûngûr, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner û bi hezaran hevrêyên me di nava meha Gulanê de şehîd bûn. Ya ku PKK gihand vê astê ruhê fedayî û têkoşîna van hevrêyên me bû.

Eger em îro dikarin bi hêsanî bijîn, ev yek bi fedayîtî û têkoşîna şehîdên Gulanê ye. Ji ber ku di demekê de ku êrîşên giran ên faşîzmê dihatin kirin, bi îradeya ji pola, bi baweriya ji serketinê û dilsoziya bi jiyana azad û Rêbertî re têkoşîna me li ser hîmên xurt ava kirin û kirin ku pêşengiyê ji mirovahiyê re bike. Em; gerîlayên HPG û YJA Starê soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."

'WE NIKARÎBÛN BI ÇARAN HÛN Ê NIKARIBIN BI ME'

Gerîlayê HPG'ê Zafer Tolhildan destnîşan kir, ji bo her şoreşgerî rûmeteke mezin e ku bibe hevrê ji şoreşgerên mîna Hakî Karer re û destnîşan kir, şehîdên meha Gulanê ne tenê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd ji bo azadiya gelên bindest hemûyan jiyana xwe feda kirin. Tolhildan diyar kir, di dîroka PKK'ê de zindan timî bûye navenda berxwedanê û got, "Berxwedana heyî bi ruhê berxwedanê yê salên 1980'î didome. Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, mîrateya dîroka me ya zindanê ji xwe re kir esas, mezin bû û li dinyayê belav bû. Peyama ku ji zindanan tê wiha ye; 'We nikarîbûn bi çaran, hûn ê nikaribin bi me'. Şehîd Mizgîn jî bi sekna xwe, milîtanî û hunera xwe ji bo me, ji bo gelê me bû pîvan."

'HEVALÊN ME YÊN ŞEHÎD BI BEDENA XWE MEŞALEYA AZADIYÊ VÊXISTIN'

Gerîlayê HPG'ê Denîz Garzan diyar kir, 18'ê Gulanê û meha Gulanê ji bo tevgera wan meheke girîng a manewî ye û got, "Bi saya têkoşîna van hevalan partiya me pêngaveke mezin avêt û xwedî bingeheke xurt ku ti carî têk naçe. Ji bo bîranîna wan bi milyonan mirov li dora PKK'ê têdikoşin.

Hevalên me yên şehîd bi bedena xwe meşaleya azadiyê eger vênexistibûna, eger bedena xwe ji bo partiya me nekiribûna mertal, niha têkoşîneke bi vî rengî ya xurt tinebû. Nirxê manewî yê vê yekê ji bo me beriya her tiştî ye."