Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li wargeha Mexmûrê hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek di 40’emîn salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê  Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek di 40’emîn salvegera şehadeta xwe de bi hatin bîranîn.

Beriya ku merasîma bîranînê destpê bike, di kesayeta Şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji Meclîsa Gel a wargehê Mamoste Seîd Çomlek li ser girîngî û salvegera 40’emîn ya şehîdên 14’ê Tîrmehê axivî.

Seîd Çomlek di kesayeta şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Wek tê zanîn çalakiya 14’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd de cihekî pir girîng digre. Bi rastî jî dema em temaşeyî dîroka Kurdistanê ya îro dikin, mezinbûyîn, berfirehbûyîn û bûyîna malê mirovahiyê bikin, em ê pir hêsanî çalakiya di zindana Amdedê de û bûyera 14’ê Tîrmehê bibînin. Yanî çalakiya şehîdê mezin Mazlum Dogan a di Newrozê de, her wiha çalakiya Şehîd Ferhat Kurtay û hevrêyên wî û çalakiya herî dawî ango çalakiya Şehîdên 14’ê Tîrmehê dema mirov temaşe dike, meznahiya şoreşa Kurdistanê ya îro jî dibîne.”

Piştî axaftina Seîd Çomlek, sînevîzyona ku li ser berxwedan û têkoşîna şehîdên 14’ê Tîrmehê hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.