Şehîd Zîlan li Şengalê hate bibîranîn

Li navenda Şengalê bi pêşengtiya TAJÊ û Meclîsa Gel a Şengalê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi civînekê hate bibîranîn.

Di salvegera 25’an a şehîdbûnê de Zîlan (Zeyneb Kinaci) li Şengalê bi tevlîbûna dehan kesî û endamên Meclîsa Gela a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi civînekê hate bibîranîn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê hemû şehîdên doza azadiyê destpê kir.

Piştre jî Rêvebera Tevna Jinên Êzidî Ferîde Sedo bal kişand ser têkoşîn û çalakiya fedayî ya Zîlanê.

Piştî axaftinan û şûnde sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna Zeyneb Kinacî vedibêje hate nîşandan.