‘Şehîd Diyar rêberê têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê bû’

Li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna gelek nûnerên siyasî yên partiyên çar parçeyên Kurdistanê û gel çûn konê sersaxiyê yê ji bo Endamê Konseya Seroaktiya Giştî Diyar Xerîb Muhamed (Helmet) hate danîn. Li konê sersaxiyê peyamên têkoşînê hatin dayîn.

Konê sersaxiyê destpêkê li mala dayika Şehîd Diyar Xerîb a li taxa Bextiyar saetên danê nîvro destpê kir. Sersaxiya li Mizgefta Ehmed Hecî Elî hatibû danîn li gel nûnerên alî û partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê gelek welatiyên bajarê Silêmanî berê xwe dan kon. Her wiha gel bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ , ‘Diyar Xerîb Rêberê Tac li ser e’ û ‘Bimre Xiyanet’ ber bi cihê kon ve meşiyan.

Li Mizgefta Ehmedî Hacî Elî gel û aliyên siyasî yên Kurdistanî û oldar amade bûn. Di axaftinên konê sersaxiyê de hatin kirin, bal hate kişandina ser rol û kesayeta têkoşer Diyar Xerîb û gelê Kurd. Her wiha di nirxandinên hatin kirin be bal hate kişandina ser yekrêziya aliyên siyasî ya Kurdî, Kongreya Neteweyî, azadiya Kurdistan û hişyarkirina civakê.

Hemû kesên serdana konê sersaxiyê kirin, weke ku şehîd Diyar ewladê wan e û ew xwediyên şehîdin û xwedî lê derketin. Hate gotin ku Şehîd Diyar Xerîb ne tenê şehîdê malbat an aliyeke siyasî ye, şehîdê wan e , şehîdê Tevahî gelê Kurd e. Her kes li beramberî vê rewşê xwe berpirs dibîne.

PEYAMÊN ALIYÊN SIYASÎ

Aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê tevlî konê sersaxiyê bûbûn, peyam dan.

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan Hakim Qadir Heme Can ê serdana merasîmê kir got: “Em sersaxiyê ji malabata şehîd re dixwazin. Bi helwest û şidetê pirsgirêka neteweyekê nayê çareserkirin. Rêya herî baş a ji bo pirsa gelê Kurd aştî û diyalog e.

 ‘BI HEZARAN HELMET WÊ XEBATÊ BIKIN’

Şanaz Ehmed jî diyar kir ku her çendî ciwanên Kurd şehîd jî bibin, bi hezaran kes kar û xebatên wan didomîne. Ehmed got: “Bila dijmin vê yekê baş bizan, bi şehîdbûna heval Helmet bi hezaran kesên din bibin Helmet û li ser vê rêyê dimeşin. Xebat û dengê gelê me bi dawî nabe.”

‘DEMA PÊKANÎNA KONGREYA NETWEYÎ YE’

Ehmed bal kişand ser daxwaza Kongreya Neteweyî ya Şehîd Diyar Xerîb û ev got: “Êdî dem hatiye ku Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Ji derveyî Kurdan ti dostekî wan nîne.

‘ŞEHÎDBÛNA DIYAR XERÎB JI BO ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ WINDAHIYEKE MEZIN E’

Birayê Şehîd Ramîn Penahî û nûnerê Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan Emecet Penahî jî yê li konê sersaxiyê bû got: “Sersaxiyê ji malbatê û gelê Kurd û hemû heval, dost û alîgirên tevgera azadî re dixwazin. Şehîdbûna hevrê Diyar Xerîb ji bo her çar parçeyên Kurdistanê windahiyeke mezin e. Bila dewleta Tirk baş bizane em ji qûrbanîdayînê natirsin. Diyar Xerîb ne şehîdê yekem û ne yê dawî ye. Heta serketinê û mafên xwe em dev ji rêya Diyar Xerîb û hemû şehîdên Kurdistanê berandin.”

 ‘ŞEHÎDBÛNA DIYAR XERÎB BIBE DESTPÊA SERHILDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ’

Parlementerê Tevgera Goran ê berê ya Parlementoya Kurdistanê Doxtor Şêrko Heme Emîn da xuyakirin ku bi şehîdbûna Diyar Xerîb dawî li têkoşînê nayê, rêya Diyar Xerîb rêya azadî û têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê ye. Divê hemû azadîxwazek piştevaniya têkoşînê gelê Kurd bike. Divê şehîdbûna Diyar Xerîb bibe destpêka serhildana li dijî dagirkeriyê.”

‘XETA XIYANETÊ HER PÊŞIYA GIHIŞTINA AZADIYÊ GIRTIYE’

Doxtor Heme Emîn bal kişand ser xeteriya xiyanetê ya li Başûrê Kurdistan û got: “Mixabin ev nexweşiya qirêj ji dîrokê ve li nava gelê me de heye. Her tim xeta xiyanetê bûye sedem ku pêşiya gelê Kurd bigire ji bo gihiştina mafê xwe.

‘SOZA ŞOPANDINA XETA WAN DIDIN’

Hevserokê nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mesûd Heso diyar kir ku şehîd Diyar Xerîb ji bo serketina Şoreşa Rojava xwedî rolekî girîng bû û got: “Em soz didin ku xet û têkoşîna wan bişopînin.”