Şaredariya Qendîlê wê desteya giştî lidar bixe

Şaredariya Bînarê Qendîl wê sibê bi dirûşmeya ‘Bi şaredariya xweser, demokratîk, ekolojîk em ê biser bikevin’ wê 5.Desteya Giştî lidar bixe. Wê di desteya giştî de hevserokên nû û endamên meclîsê werin hilbijartin.

Şaredariya Bînarê Qendîl wê sibê 5. Desteya giştî lidar bixe. Desteya giştî wê sibê seat di 09:00’an de destpê bike. Di desteya giştî ya Şaredariya Bînarê Qendîl de wê xebatên 2 salan were nirxandin û 91 delegeyên ku 27 jin û 64 zilam wê beşdar bibin. Piştî xwendina rapora 2 salan û nirxandinên xebatên 2 salan werin nirxandin û piştre hevserokên nû ku xebatên 2 salên demê bê birêvebiin û endamên hilbijartina endamên meclîsê were kirin.