Şaredariya MHP'yî Parka Masal pêşkêşî mafya nîjadperestan kir

Li Qersê, Parka Masal a ji Ermeniyan maye, pêşkêşî serkêşê mafya nîjadperestan Şenturk Tepebaşi hate kirin.

Parka 'Masal' a ji Ermeniyan maye û gelek darên sedan salî lê ne, pêşkêşî serkêşê mafya nîjadperestan Şenturk Tepebaşi hate kirin. Ev parka li navenda bajêr e, li ser daxwaza şêniyên Qersê bi rengekî bê pere xizmet da. Parka ku di bîra dîrokî ya bajêr de xwedî cihekî girîng e, çend meh berê ji aliyê Şaredariya MHP'yî ve pêşkêşî serkêşê mafyayeke nîjadperest Şenturk Tepebaşi hate kirin, ku ev mafya bi kuştina kesekî di dema hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de navê wê hate bihîstin.

Şêniyên Qersê, pêşkêşkirina parkê ji bo serkêşekî mafyayê, weke heqareta li xwe dibînin û dibêjin, "Ev parka ku xwedî dîrokekê ye û parka gel e, pêşkêşî şexsekî ku ne çê hatiye kirin. Vê yekê rûmeta gelê Qersê êşandiye."