Şaredariya desteserkirî dikanên esnafan digire

Qeymeqam Atif Çîçeklî ku dest daniye Şaredariya Artemêtanê ya DBP'yî û ji bilî xizmeta ji bo gel bi her karî re mijûl e, niha jî dikanên esnafan digire.

Qeymeqamên Tirk ên ku dest danîne ser 12 şaredariyên Wanê yên DBP'yî, ji bilî xizmeta ji bo gel, bi her karî re mijûl in. Qeymeqamê talanker Atif Çîçeklî dikanên esnafên Artemêtanê bi bahaneya 'di nava rêxistinê de xizmên we hene' yek bi yek digire.

Piştî ku HDP'ê di hilbijartina dawî de 70 ji sedî yê dengan stend, qeymeqam û qeyûmê dewleta Tirk Atif Çîçeklî ji bo gelê Artemêtanê gotibû 'ez heqê xwe helal nakim, nankorî li min kirin'. Çîçeklî piştî hilbijartinê malbatên kesên tevlî nava PKK'ê bûne yan jî malbatên şehîdên HPG'ê kir hedefa xwe.

Qeymeqamê Tirk bi gotina 'Biçin cem malbatên piştgiriyê didin PKK'ê, bi wan re biaxivin û encamên wê bi raporê pêşkêşî min bikin' ferman da mamosteyên li Artemêtanê. Çîçeklî li taxan jî anketa bi pirsa 'Hûn ji qeyûm razî ne?' da kirin. Atif Çîçeklî di bin navê projeya 'Plaja gel' de bi zorê dest danî ser erdê welatiyan û dikan da girtin. Di hedefa niha ya Çîçeklî de esnafên Artemêtanê hene. Ji bo welatiyên ku li plajên Artemêtanê mal û milkê wan ê taybet hene dibêje, 'Di nava PKK'ê de ferdên malbata we hene... Em bi vê zanin' û bi vî rengî dikanên welatiyan dide xerakirin.

Şaredariya Artemêtanê herî dawî bi dehan dikanên kesên ku deng dane HDP'ê, ya jî xizmên wan li nava refên PKK'ê hene, girt. Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî polîtîkaya dijminane ya qeyûm dan û destnîşan kirin ku Çîçeklî bi rengekî vekirî hiqûqa navneteweyî binpê dike û hiqûqa AKP'ê bi cih tîne. Qeyûmê Payîzavayê Osman Dogramaci jî heman polîtîkayên Çîçeklî dimeşîne. Talankerên şaredariyan dibêjin ku fermana karê bi vî rengî ji Walîtiyê hatiye û bi rengekî organîzeyî vê yekê dikin.