Şaredariya Artûklû tîpên Kurdî jê bir

Şaredariya Artûklû ya AKP’î, tîpên Kurdî yên ku di tebelayên nava navên gundan de jê bir.

Şaredariya Artûklû ya li Mêrdînê tabeleyên gundan ên di sînorê xwe de guhert. Ji aliyê şaredariya AKP’î ve tîpên Kurdî yên Kurdî X, W û Q ji nava tebeleyê jê bir, li cihê wan tîpên Tirkî bi cih kirin.

Şaredariya AKP’î, di nava navên gundan ên li ser tebeleyan de, li cihê tîpa Q – K, li cihê X – H û li cihê W – V bi kar anîn.

Endamê Meclîsa HDP’ê Mehmet Alî Amak jî bertek nîşanî pêkanîn nîjadperestî yên Şaredariya Artûklûyê dan.