Şandeyeke ji aktîvîstên jin serdana gaziyan kir
Şandeyeke enternasyonal a ji aktîvîstên jin pêk tê, serdana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeyeke enternasyonal a ji aktîvîstên jin pêk tê, serdana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeya aktîvîstên jin ên enternasyonal a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saziyên jinan re hevdîtinên xwe didomîne, çû serdana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Şande ji aliyê gaziyên şer ên endamên FGBRS’ê ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de têkildarî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin hatin kirin û rola gaziyên şer bi taybet jî ya gaziyên jin hate nirxandin. Di nîqaşan de gaziyên jin anîn ziman ku jinên berê di nav civakê de ti roleke wan a diyar nebû, bi berxwedana li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo îro şoreşekê bi rê ve dibin û di hemû qadên şer û jiyanê de bi rola xwe ya pêşengtiyê radibin. Her wiha hate destnîşan kirin ku gaziyên şer tevî rewşa xwe ya birîndariyê jî xwe ji kar û xebatên şoreşê nadin paş û ji her kesî zêdetir pêşengiya şoreşê dikin.
Di hevdîtinê de girîngiya yekîtî û hevpariya jinan a di asta navneteweyî de jî hate vegotin.
Endamên şandeyê jî diyar kirin ku ew ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di roja me de li cîhanê deng vedaye pir bandor bûne. Her wiha diyar kirin ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya weke şoreşa jinê jî tê pênasekirin, êdî bûye cîhanî.