Li Silêmanî şandeyek ji sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Tevgera Goran kir.
Şande ji Alikarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd, Nûnera Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriye li Başûrê Kurdistan Lîman Şiweyş, Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Evîn Swêd, Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê, Fethula Husên, Hizba Demokrat Kurdî El Sûriye Hoşeng Derwêş pêk tê.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji aliyê Serokê Tevgera Goran Emer Seîd Elî û rayedarên rayedarên Goran ve hate pêşwazîkirin û civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.
Piştî civînê Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd axivî diyar kir ku civînek girîng bû bi Sekreterê Tevgera Goran Emer Seîd Elî û Tevgera Goran re hate kirin kir.
Çiyakurd got: "Me rewşa dawî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê nîqaş kir. Divê hemû helwest û nêzîkatiyên partiyên Kurdî li dijî êriş û gefan yek be. Nêrînên me yek bûn û hevbeş bûn. Divê kes nebe hevkarên pîlanên dagirkerî û dijminên Kurdan."
Tê payin ku rêze civînên şandeya sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Başûrê Kurdistanê dewam bikin.