Şandeya Rojava çû serdana Yagiz

Şandeyeke ji endamên Rêveberiya Xweser ya Rojava ya Demokratîk û PYD’ê pêk dihat, çû serdana berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Nasir Yagiz ku ev 94 roj in di greva birçîbûnê de ye. 

Nasir Yagiz, 94 roj in ku bi aramanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê. Îro şandeyeke Rojava çû sedana Yagiz. 

Hevserokê kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, nûnera Kongra Starê Cîhan Xelîl û rêberên wê di şandeyê de cih girtin.

Di sedanê de Sarûxan axivî û got, “çalakiyên ji bo rêber apo hatî destpêkirin, li rojava deng veda û bandoreke mezin kir. Çawa ku li Bakur, Ewropa û Başûr li dijî tecrîdê dengê xwe derxistibe, li rojava jî dengê nerazîbûnê bilind bû. Lewre ji bo Rêber Apo her roj çalakî tên kirin.”

Sarûxan got, “Berxwednanên ku di pêvajoyên krîtîk de tên kirin gelek bi wate û girîng in. Dîroka gelan de gelek berxwedan û têkoşîn pêk hatine û serkeftin bi dest xistine. Ez bawer dikim ku wê ev berxwedan jî bi serkeftinê encam bibe.”