Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Nifşê Nû kir

Li Silêmanî şandeyek ji sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî serdana Tevgera Goran, serdana Nifşê Nû kir.

Şandeyek ji sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûr serdana Nifşê Nû kir.

Şandeya ku ji Alikarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd, Nûnera Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriye li Başûrê Kurdistan Lîman Şiweyş, Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Evîn Swêd, Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê, Fethula Husên, Hizba Demokrat Kurdî El Sûriye Hoşeng Derwêş pêk tê, piştî nîvro serdana Nifşê Nû kir û ji aliyê Berdevkê wê Hîmdad Şahîn ve hate pêşwazî kirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di civînê de li ser helwesta partî û saziyên Kurdî ya li ber dagirkerî û gefên li ser Kurd û Kurdistanê nêrîn hatiye parvekirin û hate destnîşan kirin ku partî û sazî bi yek deng helwest nîşan bidin.