Şandeya PÎA'yê serdana HDP'ê kir

Rêveberên PÎA'yê serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kirin û bi Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar re hev dîtin.

Hevserokê Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA) ku ev nêzî 2 salan e daxwaznameya damezirandina wan nayê qebûlkirin û bi rengekî fiîlî damezirandina wan tê astengkirin, Mehmet Kamaç, alîkarên Hevserok Menûce Gulmek, Ahmet Kaya, Demezirandêrê partiyê Tahirxan Bozemîr li serdana Navenda Giştî ya HPD'ê dkirin. Şandeya PÎA'yê bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, alîkarên Hevserok Tuncer Bakirhan û Alîcan Onlu re hev dîtin.

Sancar diyar kir tişta ku tê kirin dijî Destûra Bingehîn û Yasaya Partiyên Siyasî ye û rayedar sûc dikin. Sancar got, ''Heke mirov ewraqên xwe dabin ew partî hatiye damezirandin. Tişta ku niha tê kirin li dijî Destûra Bingehîn, Yasaya Partiyên Siyasi ye û yên ku vê dikin sûc in. Piştî 2018'an 32 partî ava bûne, tenê sala 2020'an 27 partî ava bûne, problem ji bo yekê ji wan dernexistin. Bi temamî bik kêfî damezirandina PÎA'yê tê astengkirin.''

Sancar her wiha diyar kir ew hazir in ku her cure desteka siyasî û hiqûqî bidin.

Hevserokê PÎA'yê Mehmet Kamaç jî malavayî li HDP'ê kir û got, ''Hin partî hene ku ji nav AKP'ê veqetiyane, derdê wan ew e ku girseya dîndar li dora xwe kom bikin, meseleya Kurd bikin meseleyeke îdîolojîk. PÎA dixwaze li Kurdsitanê vê valahiyê dagire.''

Kamaç her wiha got meseleya Kurd meseleya herî mezin e li Tirkiyê û got ew ê serê xwenetewînin.